Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Projeya Bendava Diwînê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Mijdarê serdana projeya çêkirina Bendava Diwînê kir û herwiha serdana Keleha dîrokî ya Diwînê jî dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 16'ê Îlona 2024'an de kevirê bingehîn ê Bendava Diwînê li parêzgeha Hewlêrê danîbû. Ev bendav dê xwedî şiyana girtina 100 milyon metrekare sêca avê be, bi şêwazê betonê yê RCC tê çêkirin û dê 75 metre bilind û 320 metre dirêj be.
Ji bilî pêşxistina çavkaniyên avê, parastina ava binerd û çandiniyê, bendav dê dîmeneke ciwan bide navçeya geştyarî ya Diwînê û liv û tevgera geştyariyê li herêmê zêde bike.
Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn de gotibû: "Min aliyên pêwendîdar raspardine ku ji bilî temamkirina bendavê, navçeya şûnwarî jî bê nûjenkirin û ew cotkarên ku zeviyên wan dikevin ber bendavê, bên qerebûkirin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha gotibû: "Ew planên stratejîk ên ku me di warê bendav û avê de girtine ber, dê ji bo paşerojê gelek sûdmend bin, ku ya herî girîng jî rûbirûbûna ziwabûn û kêmbûna avê ye."
Keleha dîrokî ya Diwînê tê nûjenkirin
Navçeya şûnwarî ya Diwînê 40 kîlometreyan li bakurê bajarê Hewlêrê ye. Keleha Diwînê, ku dîroka wê vedigere sedsala 16'an a Zayînî, di serdema Siltan Selahedînê Eyûbî de hatiye avakirin û wek bingeheke leşkerî di serdema Mîrnişîna Soran de hatiye bikaranîn.
Keleh ji çar bircan, 18 odeyan, du hewşan, hewzeke avê û sûrê pêk tê. Di Tebaxa 2024'an de dest bi nûjenkirina wê hatiye kirin.
Nivîsgeha Serokwezîr, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, serpereştiya nûjenkirinê dike û tê payîn ku keleh piştî nûjenkirinê wek şûnwarekî girîng û navdar bibe cihekî geştyarî.
Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke bêhempa daye projeyên bendav û pondan, ku sûdeke mezin digihînin avdanî, çandinî, geştyarî û ava binerd.
