Mesrûr Barzanî: Pirsa mûçeyan hatiye siyasîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, hikûmetê hemû pabendiyên xwe yên derbarê mûçeyan de pêk anîne, lê "mixabin mijar hatiye siyasîkirin." Herwiha soza berdewamiya xizmetkirina welatiyên Kurdistanê da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî 6'ê Mijdarê serdana Masterplana Diwînê kir û di daxuyaniyeke çapemeniyê de, behsa girîngiya projeyê, mûçeyên fermanberan û kar û çalakiyên hikûmetê kir.

Girîngiya Masterplana Diwînê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, "Masterplana Diwînê ji her alî ve girîngî û taybetmendiya xwe heye," bi taybetî ji aliyê giringîdana bi şûnwarên dîrokî û geştyarî yên herêmê ve.

Li gorî gotina Serokwezîr, Bendava Diwînê ku beşek ji vê masterplanê ye, "dê bandoreke wê ya baş li ser jîngehê hebe û dê roleke girîng di komkirina avê de bilîze." Ev yek wek pêngaveke stratejîk ji bo rûbirûbûna guhertinên keşûhewayê û kêmaviyê tê dîtin. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya Kabîneya Nehem de, giringiyeke mezin daye çêkirina bendav û pondan ji bo pêşxistina sektora çandinî û çavkaniyên avê.

Mûçeyên Fermanberên Kurdistanê

Derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Mixabin, mijara mûçeyan hatiye siyasîkirin. Me ev yek çendîn caran û her dem gotiye, Hikûmeta Herêmê hemû pabendiyên xwe pêk anîne; çi pêwîst bûbe, me ji wê zêdetir jî kiriye. Me hêvî dikir ku Hikûmeta Federal jî di asta berpirsiyariyê de ligel Herêma Kurdistanê tevbigere, lê mixabin her dem dayîna mûçeyan dereng dixe."

Serokwezîr tekez kir: "Em ê berdewam bin, da ku bibînin eger em karibin di demeke kurt de mûçeyên mehên bê jî werbigirin. Zêdetir berpirsiyarî dikeve ser milê Bexdayê û ez daxwaz dikim, ew kesên ku gelek caran gazinan jî dikin, bila rûyê gazinên xwe li Bexdayê be."

Berdewamiya xizmetkirina welatiyan

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Mesrûr Barzanî tekez kir ku xizmetkirina xelkê Kurdistanê armanca wî ya sereke û got: "Xizmeta xelkê Kurdistanê bi emanetî, armanca min e û min mineta xwe nekiriye, wek erkê xwe dibînim. Karê min xizmetkirin e û bila karê neyaran jî axaftin be."

 
Fly Erbil Advertisment