Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Kela Diwînê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Mijdarê di çarçoveya serdana xwe ya Masterplana Diwînê de, serdana Keleha dîrokî ya Diwînê kir.
Keleha Diwînê ku nêzîkî 50 kîlometreyan ji bajarê Hewlêrê dûr e, wek yek ji kelehên leşkerî yên girîng ên Kurdistanê tê dîtin. Dîroka wê vedigere serdema di navbera sedsalên 10 û 16'an de û di serdema Mîrnişîna Soran de wek bingeheke leşkerî û ji bo demeke kurt jî wek paytext hatiye bikaranîn.
Keleh li ser bilindahiya 1475 metreyan ji asta deryayê hatiye avakirin. Pêkhateya wê ji çar bircan, 16 odeyan, du hewşan, hewzeke avê û sûrê pêk tê. Ev pêkhateya leşkerî ya xurt, girîngiya stratejîk a kelehê di serdemên cuda de nîşan dide.
Projeya nûjenkirinê ji aliyê tîmeke pispor û zanistî ve tê birêvebirin û tê payîn ku piştî temambûnê, keleh bibe cihekî geştyarî yê balkêş û bêhempa.
