FIFA alîgirên Zaxoyê ji bo xelata 'Baştirîn Alîgirên Cîhanê' pêşniyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Navdewletî ya Futbolê (FIFA) bi awayekî fermî ragihand, alîgirên Yaneya Werzişê ya Zaxoyê ji bo Xelata Baştirîn Alîgirên Cîhanê ya sala 2025'an di çarçoveya merasîma xelatên "The Best" de hatine berendamkirin. Alîgirên Zaxoyê dê bi du berendamên din ên ji Arjantîn û Spanyayê re bikevin pêşbirkê.

FIFAyê duh 6ê Mijdarê li ser malpera xwe ya fermî navê berendamên ji bo xelatên "The Best" belav kir. Di beşa baştirîn alîgirên cîhanê de, navê alîgirên Zaxoyê ji ber çalakiya wan a mirovî ya di demsala borî de cih girt.

Alîgirên Zaxoyê

Di werza borî ya Lîga Stêrkên Iraqê de, di 13'ê Gulana îsal de, alîgirên Zaxoyê beriya lîstika li hember tîma Hudud, 30 hezar bûkelok (pêlîstokên zarokan) avêtibûn nav yarîgehê. Piştre hemû bûkelok hatibûn komkirin û ji bo wan zarokên ku ji ber nexweşiyan dinalin, hatibûn bexşandin.

Di daxuyaniya FIFAyê de derbarê alîgirên Zaxoyê de hatiye nivîsandin: "Avêtina bûkelokan a nav yarîgehê, ruhekî mirovî nîşan dide ku ji aliyê civaka werzişê ya Kurdistan, Iraq û Asyayê ve hatiye naskirin." 

FIFAyê herwiha destnîşan kir ku alîgir stûna pişta tîmê ne û bi çalakî û handana xwe her dem helwesteke nûjen nîşan didin.

Berendamên din kî ne?

Alejandro Seganto (Arjantîn):

Ev alîgirê Arjantînî bi nasnavê "Super Fan" tê naskirin. Seganto di sala 2024'an de bi rêya bejayî dest bi gera xwe kir da ku li pey tîma xwe ya hezkirî, Racing Club, biçe. Tîma wî li kîjan yarîgeh an welatê parzemîna Amerîkaya Başûr lîstibe, ew jî li pey çûye. Ji bo ku li lîstika tîma xwe temaşe bike, zêdetirî heft hezar kîlometre rê qut kiriye.

Manuel Caceres (Spanya):

Ev alîgirê Spanyayî yek ji alîgirên herî navdar ên cîhanê bû û bi navê "Alîgirê Defjen" dihat naskirin. Cáceres di 1'ê Gulana îsal de di 76 saliya xwe de koça dawî kir. Zêdetirî 40 salan, ew wek alîgirekî dilsoz ê tîma neteweyî ya Spanyayê di hemû lîstikan de amade dibû. Ew di 10 Kûpayên Cîhanê û 8 Kûpayên Ewropayê (Euro) de li gel tîma Spanyayê bû. Ew ji bo dilsoziya xwe ya bêhempa piştî mirina wî wek berendam hatiye destnîşankirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment