Ji ber buhabûnê jiyana rojane li Rojhilatê Kurdistanê zehmettir bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Nirxê diravê niştimanî yê Îranê bi tundî daketiye û buhabûneke mezin li bazarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serwer bûye, ku ev yek bûye sedema nîgeraniyeke kûr di nav xelkê de. Medyaya Îranê behsa pêleke nû ya gazinan dike, ji ber ku nirxê kelûpelên sereke ji sedî 100 zêde bûye û jiyana rojane ji bo welatiyan her ku diçe zehmettir dibe.
Li gor amarên fermî yên Navenda Amarê ya Îranê, nirxê diravê niştimanî (Tûmen) ji meha Adarê heta Îlonê di navbera ji sedî 30 û 40 de daketiye. Ev daketin bûye sedema bilindbûneke bêhempa di nirxê kelûpelan de. Nirxê fêkî û dexl û danan ji sedî 100 zêde bûye, herwiha nirxê xanî, otomobîl, xwarin û cil û bergan jî di navbera ji sedî 60 û 100 de bilind bûye.
"Êdî em nikarin tiştekî bikirin"
Welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin ku ev buhabûn êdî ji tehemulê derketiye. Ebûbekir Fetulahî, welatiyek, rewşê wiha tîne ziman: "Buhabûn ji hedê xwe derketiye. Tu nikarî biçî fêkî bikirî. Tu nikarî xaniyekî bikirî. Tu nikarî otomobîlekê bikirî. Xelk çi bike? Minetê li Xwedê dikim, ne hewceyî dermanan im, lê ez dermanên xwe jî nikarim bikirim."
Sektora xaniyan jî di krîzê de ye
Sektora kirîn û firotina xaniyan jî rastî krîzeke mezin hatiye. Yûsif Îbrahîmî, xwediyê ofîseke xaniyan, dibêje ku sedema sereke ya vê rewşê enflasyon e: "Şaşî ne ya xwediyê mal e, ne jî ya ofîsê ye. Şaşî ya enflasyona di bazarê de ye. Hemû kelûpelên me yên avahîsaziyê, wek hesin û şîş, bi dolarê ve girêdayî ne."
Welatiyekî din, Ako Rostemî, çîroka xwe ya xemgîn vedibêje: "Ez mehane 5 milyon Tûmen kirê didim. Dewletê erd dabû min, lê bi fêlbaziyê ji min standin. Ez çûm min got erdê min hatiye standin, gotin em ê bi 10 milyon Tûmenî erdê wek alîkarî bidin te, lê ew jî bi derewan ji min standin."
Pisporên aboriyê pêşbînî dikin ku heta meha Adara bê, rêjeya enflasyonê dê ji sedî 60'î derbas bibe, ku ev yek dê rewşa jiyana xelkê hêj zehmettir bike.
