12emîn Maratona Navdewletî ya Hewlêrê bi beşdariya hezaran kesî birêve çû
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara 12emîn, Maratona Navdewletî ya Hewlêrê îro bi beşdariya hezaran bazdanvan û werzişkarên navxwe û biyanî li paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû.
Hewlêr, li ser asta tevahiya Iraqê yekane bajar e ku salane mêvandariya maratoneke navdewletî ya bi vî rengî berfireh dike. Maratona îsal li ser sê beşên cuda yên bezê hat lidarxistin.
Beşa sereke ya maratonê, beza 42 kîlometreyan bû ku li gorî standardên cîhanî hatibû amadekirin. Ev bez ber destê sibehê dest pê kir û tenê werzişkarên profesyonel û xwedî ezmûn, ku hejmara wan digihîşt nêzîkî 400 kesan, tê de beşdar bûn.
Di vê pêşbirkê de, diviyabû bazdanvan çar caran li derdora Cadeya 60 Metrî ya bajêr bizivirin, da ku mesafeya diyarkirî temam bikin.
Ji bilî vê, beza 12 kîlometreyan jî hebû ku tê de bazdanvanan carekê li derdora Cadeya 60 Metrî geriyan.
Di beza sereke ya maratonê de (42 km), ku tenê werzişkarên profesyonel beşdar bûn, werzişkarê Brîtanî Henry Hart bi performanseke bilind derket pêş. Hart, piştî ku çar caran li derdora Cadeya 60 Metrî ya Hewlêrê geriya, bi demek 2 saet û 30 xulekan gihîşt xeta dawiyê û bû yekem.
Di beşa 12 kîlometreyan de jî rikaberî xurt bû. Di kategoriya mêran de, ciwanê ji Mûsilê Yehya Îbrahîm karî bibe yekem. Di kategoriya jinan de jî, werzişkara ji bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê, Bûşra Reûf, pileya yekem bi dest xist û xelat wergirt.
Herwiha, beza gelêrî ya 2 kîlometreyan jî bi beşdariya berfireh a malbat û zarokan hat lidarxistin, ku armanca wê teşwîqkirina çanda werzişê bû.
