Li Essenê Beşa Kurdî ya Pirtûkxaneya Cîhanî bi merasîmekê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna hejmareke mezin ji nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, endamên civaka Kurd û dostên Alman, îro 8ê Mijdarê li bajarê Essen ê Almanyayê, beşê Kurdî yê Pirtûkxaneya Cîhanî hat vekirin.
Di destpêka merasîmê de, endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, nivîskar û romannivîs Xurşîd Şozî vekirina pirtûkxaneyê ragihand. Piştre, çalakvan Dilber Ebdulrehman bi zimanê Almanî peyveke bixêrhatinê pêşkêş kir û tekezî li ser girîngiya vê gavê ji bo piştgiriya pirrengiya çandî û peydakirina zanînê bi zimanê pêkhateyên li Almanyayê kir.
Piştre, endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê, Îbrahîm Yûsif, li ser navê Yekîtiyê axivî û spasiya Şaredariya Essenê kir û di gotara xwe de got:
"Ev qada çandî ya nû ne tenê refikên pirtûkan e, belkî pireke bîranînê ye û pencereyeke ku li çanda me dinêre; çanda me ya ku demeke dirêj li welatê xwe rastî şer hat, cihê ku peyva Kurdî lê hatibû qedexekirin û çap, weşan û perwerdeya bi zimanê me yê zikmakî hatibû astengkirin. Ji ber vê yekê, ev quncik xwedî wateyeke sembolîk a kûr e: ew vegerandina mafê xwendina bi zimanê me ye û pîrozkirina nasnameya ku tevî qedexe û pişaftinê têk neçûye."
Bi dehan nivîskar û rewşenbîran bersiv da banga malbata pirtûkxaneyê û berhemên xwe diyarî kirin. Herwiha, hin weşanxaneyan jî komên pirtûkan şandin, da ku beşa Kurdî dewlemendtir bibe.
Merasîm bi helbestan bi dawî bû, ku tê de helbestvan Feryal Hemîd, Serhan Îsa û Hefîz Ebdulrehman helbestên xwe bi zimanê Kurdî, li gel muzîka nayê ku ji aliyê hunermend Ronas Şêxmûs ve hat pêşkêşkirin.
