Amnesty hişyarî da Almanyayê: Dersînorkirina penaberên Sûriyeyî binpêkirina qanûnê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê li ser vegerandina bi darê zorê ya penaberên Sûriyeyê hişyariyê dide Almanyayê û wê yekê wekî binpêkirina qanûnên navneteweyî dibîne; ev jî di demekê de ye ku Berlînê ji meha Îlonê ve dest bi bicihanîna plana hilweşandina mafê parastinê û dersînorkirina penaberên bêkar û ciwanên bêkesûkar kiriye.
Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê (Amnesty International) di raportekê de li ser dersînorkirin û vegerandina bi darê zorê ya penaberên Sûriyeyê hişyarî da Hikûmeta Almanyayê, û ragihand ku ew proseya ku ji meha Berçileya 2025ê ve dest pê kiriye berovajî pabendiyên Berlînê yên bi mafên mirovan re ye û prensîpa "venegerandina bi darê zorê" di qanûna navneteweyî de binpê dike.
Rêxistina navbirî tekez li ser rawestandina yekser a vegerandina penaberên Sûriyeyî ji Almanyayê kir û amaje bi wê yekê da ku di dema vegerê de, îhtîmal heye ew penaber rûbirûyî metirsî, sitem û binpêkirinên mafên mirovan bibin. Zelal jî kir ku prensîpa venegerandinê şandina welatiyan ji bo welatekî qedexe dike ku hîn nearam e û metirsî li ser jiyana wan heye.
Di dawiya wê raportê de jî, amaje hatiye kirin ku biryar e di 2 heta 4ê Berçileya 2026ê de, wezîrên navxwe yên wîlayetên Almanyayê li bajarê Hamburgê bicivin û çend pirsên girîng nîqaş bikin, ku ya herî diyar çarenivîs û paşeroja nêzîkî 900 hezar penaberên Sûriyeyî ye, ku niha li Almanyayê xwecih in.
Ev hişyariya Rêkxistina Navneteweyî ya Lêborînê piştî wê yekê tê ku di meha Îlona borî de, raportên medyayî aşkere kir ku Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt plan dike ku bi rêya Nivîsîngeha Federalî ya Koç û Penaberan mafê parastina penaberên Sûriyeyî hilweşîne û bazineya dersînorkirinê berfirehtir bike.
Li gorî wê planê, biryar bi awayekî serekî wan ciwanên Sûriyeyî vedigire yên ku tenê û bê malbat in, herwiha yên ku bêkar in û pişta xwe bi alîkariyên civakî yên dewletê ve girê didin, ji ber ku Berlîn di wê baweriyê de ye ku ew dikarin li Sûriyeyê debara jiyana xwe bikin; di demekê de ku xwedî pîşe, wekî bijîşk û perestaran, dikarin destûra mana xwe bo destûra karkirinê biguherînin.
Herwisa nivîsîngeha navbirî dest bi şopandina dosyeya parastina lawekî ya Sûriyeyiyan kiriye û hikûmeta federalî jî tekez dike ku mafê parastinê tenê ji bo wan kesan dimîne yên ku bi rastî pêdivîtiya wan pê heye. Tevî vegerandina bi darê zorê, Almanya piştevaniya vegera dilxwazane jî dike û di projebudceya federalî ya sala 2027ê de budceya wê bernameyê zêde kiriye, ku niha 1000 euro wekî alîkarî bi her kesekî pêgihîştî yê ku bi xwesteka xwe vegere tên dan.