Kurdistan Foundation cîhanê li Hewlêrê kom dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ji roja Sêşemê (24ê Mijdarê) heta Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an), yekem Lûtkeya Cîhanî ya Lawan li Herêma Kurdistanê, li Hola Se'id Ebdullah a bajarê Hewlêrê were lidarxistin.
Lûtke di bin dirûşma "Nexşandina Paşerojê" de tê lidarxistin û ji aliyê Kurdistan Foundationê ve hatiye rêkxistin. Lûtke dê zêdetirî 800 ciwan û nûnerên ji Herêma Kurdistanê, Iraqê û 47 welatên cîhanê ligel wezîr, berpirsên hikûmî, sermayedar, rêxistinên navneteweyî, hevpar, axaftvan û serkirdeyên ciwan ên herêmê û cîhanê li ser yek sekoyê kom bike.
Ciwan di navenda biryardanê û pênc warên sereke de
Li gorî bernameya fermî ya lûtkeyê, di Lûtkeya Cîhanî ya Lawan – Kurdistan 2026an de ciwan ne tenê amadebûyî ne, belkî tên xistin navenda gotûbêjan; ew bi xwe panelan bi rê ve dibin, mil bi milê wezîran rûdinin û beşdariyê di dariştina pêşniyarên siyaseta rasteqîn de dikin.
Hemû rûniştin di çarçoveya pênc warên sereke de hatine rêkxistin ku ligel Armancên Geşepêdana Domdar ên Neteweyên Yekgirtî diguncin; di nav wan de guherîna dîjîtal û jîriya çêkirî, perwerde û şiyanên ji bo paşerojê, keşûhewa û geşepêdana domdar, paşeroja kar û teknolojiyê û herwiha derfetên kar ên kesk, serkirdayetî û hevkariya navneteweyî hene.
Bi giştî di maweyê sê rojên lûtkeyê de; şeş panelên gotûbêjê bi birêvebirina ciwanan, şeş gotarên sereke yên serkirdeyên niştimanî û navneteweyî, 10 maseyên gotûbêjê di navbera ciwan û wezîran de, 12 workşop û îmzekirina çar yadaştnameyên hevtêgihiştinê ligel hevparên navneteweyî dê bên lidarxistin.
Roja yekem: Vekirina fermî û panela ciwanên jêr 30 salî
Roja yekem a lûtkeyê dê sibê Sêşemê (24ê Mijdara 2026an) saet 10:00ê sibehê bi fermî dest pê bike. Di vê rojê de wezîr, berpirs, sermayedar û ciwan ji Herêma Kurdistanê, Kendavê, Bakurê Afrîkayê û Ewropayê dê li ser yek sekoyê bicivin.
Di bernameya roja yekem de çar gotarên sereke û şeş panelên gotûbêjê tên lidarxistin, ku birêvebirên hemû panelên roja yekem ciwanên di bin temenê 30 saliyê de ne. Panel dê wan pirsan gotûbêj bikin ku di hişê ciwanan de ne; wekî ka çawa kursiyek li ser maseya biryarê bibe bandora rasteqîn, gelo serkirde wekî serkirde ji dayik dibe yan tê avakirin, kîjan herêm dê cîhana paşerojê dabirêjin, sermayedar çawa dikarin hêza aborî ya herêmî ava bikin û dengên herî bibandor ên îro çi fêrî nifşekî nû dikin. Beşa piştî nîvro jî dê bi paneleke taybet a asta bilind dest pê bike.
Roja duyem: "10 Pirsgirêk 10 Çareserî" û 12 workşop
Roja duyem a lûtkeyê dê roja Çarşemê bê lidarxistin, ku li ser bingeha bernameya "10 Pirsgirêk 10 Çareserî" ya Kurdistan Foundationê hatiye avakirin. Ev bername ji Sibata 2026an ve dest pê kiriye û ramanên ciwanan dike çareseriyên rasteqîn ji bo pirsgirêkên civakê, ku heta niha 90 pirsgirêkên civakê li Hewlêrê çareser kirine û sûd gihandiye zêdetirî 40,000 kesan.
10 ciwanên "encamder" ligel wan wezîrên ku berpirs in ji sektorên cuda yên pirsgirêkên destnîşankirî û pisporên navneteweyî, li dora 10 maseyên wezarî rûdinin, di demekê de ku berê lêkolîn û rapirsî li ser hemû pirsgirêkan hatine kirin û hevdem "Galeriya Çareseriyan" tê vekirin. Heta dawiya vê beşê, her maseyek yek pêşniyara siyaseta giştî yekla dike; bi vî awayî bi giştî 10 pêşniyarên ku ligel ciwanan hatine nivîsîn—ne ku ji bo wan hatibin nivîsîn—tên pesendkirin.
Piştî nîvro jî li Navenda Lawan (Youth Hub) 12 workşop di du qonaxan de û di her qonaxekê de şeş workşop tên rêkxistin.
Roja sêyem: Gotûbêja baxçeyê, daxuyaniya ciwanan û çar yadaştnameyên navneteweyî
Di roja dawî ya lûtkeyê de, roja Pêncşemê, çar yadaştnameyên hevtêgihiştinê ligel hevparên navneteweyî tên îmzekirin, ku bi rêya bernameyên pevguhertina ezmûna ciwanan, rahênan, bihêzkirina şiyanan û bernameyên hevbeş deriyên nû ji bo ciwanên Herêma Kurdistanê vedikin, da ku sê rojên Hewlêrê piştî bidawîbûna lûtkeyê jî bibe hêvênê hevkariyeke demdirêj.
Her di roja sêyem de, dê bi hûrgilî ronahî bê xistin ser projeyên destpêşxeriya "10 Pirsgirêk 10 Çareserî" û ciwanên beşdar dê bên danasîn.
Kurdistan Foundation: Sekoya pêşengiya ciwanan
Kurdistan Foundation toreke rêxistinî ya nehikûmî ye, di sala 2024an de ji aliyê Arîn Mesrûr Barzanî ve hatiye damezrandin û bi rêya sê stûnên sereke yên "Niştimanîbûn, Avakirin, Pêşketin" ji bo bihêzkirina ciwanên Herêma Kurdistanê kar dike.
Damezrînerê Kurdistan Foundationê Arîn Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji bo lûtkeyê ragihandiye: "Kurdistan deriyên xwe li ber ciwanên cîhanê vedike, ne tenê wekî mêvan, belkî wekî hevpar di nexşandina paşerojê de."