Ragihandina Wezareta Pêşmerge li ser belavkirina erdî li ser fermanberan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Ew Pêşmergeyên ku navên wan hatine tomarkirin û hejî wergirtina erdî ne, sibe (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) li şaredariyên Bineslawe, Daretû û Kesnezanê parçeyên erdî dê li ser wan bên belavkirin.”

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Şemî, 8ê Mijdara 2025ê) ragihandinek weşand û tê de amaje da: “Nêzîkî 16 hezar perçeyên erdî dê sibe (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) di çarçoveya Birêvebiriya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê de bên belavkirin, ku pareka berçav a wan parçeyên erdî ji bo Pêşmergeyan hatine terxankirin.”

Wezareta Pêşmerge herwesa ragihand: “Li gorî agahiyan, ew Pêşmergeyên ku navên wan hatine tomarkirin û hejî wergirtina erdî ne, dê sibe (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) li sê cihên diyarkirî erd jê re bê diyarkirin.”

Li gorî ragihandina Wezareta Pêşmerge, pêvajoya belavkirina erdî dê li sê şaredariyan bê meşandin, ew jî şaredariyên Bineslawe, Daretû û Kesnezanê ne.

Di wê ragihandinê de hatiye ku, ev pêngav wekî pareka bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina erdî ji bo fermanber û hêzên Pêşmergeyan e, da ku ji vê biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê feydeyî werbigirin.

Birêvebiriya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê ragihand ku, belavkirina nêzîkî 16 hezar parçeyên erdî li şaredariyên Bineslawe, Daretû û Kesnezanê dê sibe (Yekşem, 9ê Mijdara 2025ê) bê meşandin.

Ev pêngav di çarçoveya bicihanîna biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya dabînkirina parçeyên erdî ji bo fermanber û tex û çînên hejî de ye.

Pêvajoya belavkirina parçeyên erdî li ser fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ew ji 15 salan zêdetir bû hatibû sekinandin, di 27ê Adara 2024ê de bi biryareka dîrokî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dîsa hat destpêkirin. Armanca vê projeyê ew e ku erdê akincîbûnê ji bo wan fermanberan dabîn bike yên ku pêştir erd wernegirtibû.

 
 
Fly Erbil Advertisment