UNAMI daxwaza birêveçûna hilbijartinan bi awayekê paqij û zelal dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê daxwaza ji bo tenahî û paşeroja Iraqê daxwaza birêveçûna hilbijartinên bi awayekê paqij û zelal kir; herwesa got: "Iraq hêjayî wê ye ku ji hêla rêberên jêhatî ve bê birêvebirin, ku bikare xwestekên gel bi cih bîne, dûrî ruhê mezhebperestiyê, mirovkanê û dirûşmên vala."

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê ya Bexdayê Mihemed Hesan ragihandinek parve kir û tê de amaje da ku, îro (Şemî, 8ê Mijdara 2025ê) serdana bingeha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir, da ku li ser amadekariyên hilbijartinên bên ên parlementoya Iraqê nîqaş bikin û bi endamên komîsyonê re li ser amadekariyên hilbijartinên bên ên parlementoya Iraqê civiyan.

Mihemed Hesan herwesa amaje jî da ku, wan baweriya xwe ji bo xebata komîsyonê û endamên wê diyar kir û daxwaz kir ku hilbijartin bi awayekê paqij û zelal bi merema berjewendî, tenahî û paşeroja Iraqê bên kirin.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê herwesa got: “Divê xelk bi rengekê berfireh tevlî hilbijartinan bibe, ji bo bicihanîna mafê destûrî yê şandina kesên hejî ji bo parlementoya Iraqê.”

Navbirî hêvî jî kir ku Iraq ber bi zêdetir tenahî û pêşkeftinê ve biçe. Herwesa got: “Bi rastî Iraq hêjayî wê ye ku, ji hêla rêberên jêhatî ve bê birêvebirin, ku bikare xwestekên gel bi cih bîne, dûrî ruhê mezhebperestiyê, mirovkanê û dirûşmên vala."

Dengdana taybet ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê sibê (Yekşem, 8ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê sibehê dest pê dike û heta saet 06:00ê êvarê ya heman rojê berdewam dibe. Ew dengdan hêzên ewlehiyê û awareyan vedigire.

1 milyon û 313 hezar û 980 endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar û 538 aware dê tevlî hilbijartinên taybet bibin. Her di dengdana taybet de, 809 bingeh û 4.501 westgehên dengdanê dê ji bo hêzên ewlehiyê û 27 bingeh û 97 westgehên dengdanê dê ji bo awareyan vekirî bin.

Hejmara giştî ya berbijaran ji bo hilbijartinan 7 hezar û 744 berbijar in, herwesa heta niha 848 berbijar ji wê pêşbirkê hatine dûrxistin.

 
Fly Erbil Advertisment