Mesrûr Barzanî: Divê hilbijartinên Iraqê bê binpêkirin bên kirin

Mesrûr Barzanî û Mihemed Hesan
Mesrûr Barzanî û Mihemed Hesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê re rewşa giştî ya Iraq û deverê û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê nîqaş kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 10ê Mijdara 2025ê) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê Mihemed Hesan kir.

Di wê civînê de, pêşketin û guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatin nîqaşkirin.

Herdu alî li ser pêdivîtiya birêveçûna pêvajoya hilbijartinan di rewşeka aram û demokratîk û bê binpêkirin de hevnerîn bûn.

Herwesa wan hêvî kir ku, encamên hilbijartinan bibin sedema peydakirina ewlehî û tenahiyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser bingeha destûrê û baştirbûna rewşa xizmetkariyan û jiyana hemî welatiyên Iraqê.

 

 
Fly Erbil Advertisment