Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li gel û hikûmeta Tirkiyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber ketina firokeya leşkerî ya Tirkiyeyê, peyameke sersaxiyê ji Wezareta Derve ya wî welatî re şand.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 12ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber qurbaniyên ketina firokeya barhilgir a leşkerî ya Tirkiyeyê li Gurcistanê, sersaxî ji Komara Tirkiyeyê re xwest.

Di peyama xwe ya ji bo Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re, Serokwezîr Barzanî sersaxî û hevxemî ji malbat û kesûkarên qurbaniyan, hikûmet û gelê Tirkiyeyê re ragihand.

Firokeyeke barhilgir a leşkerî ya Tirkiyeyê ku 20 rêwî tê de bûn, îro li nêzîkî sînorê Azerbaycanê li xaka Gurcistanê ketibû xwarê.

Li gorî Ajansa Associated Press, sedema ketina firokeyê û çarenûsa rêwiyan nehatibû zelalkirin. Lê belê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û berpirsên bilind ên Gurcistan û Azerbaycanê diyar kirin ku beşek ji rêwiyên firokeyê canê xwe jidest dane.

Di vê çarçoveyê de, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di tora civakî “X” de ragihandibû ku firokeya ketî ji cureya C-130 bûye û di rêya vegera xwe ya bo Tirkiyeyê de ketibû xwarê.

 
Fly Erbil Advertisment