Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwazeke giring ji veberhênerên navxweyî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê ragihand ku nêzîkî 83% ji veberhêneran li deverên navxweyî ne û Serokê Hikûmetê daxwaz ji wan kiriye ku wekî komên mezin û bihêz pişkdariyê di projeyên stratejîk de bikin. Hevdem hat eşkerekirin ku veberhênerên Çînî zêdetir ji 4 milyar dolaran veberhênanê li Kurdistanê dikin.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Kar û berhemên veberhênerên navxweyî berdewam in. Nêzîkî 83% ji veberhêneran li deverên navxweyî ne û pişgiriya me bo wan berdewam e."

Daxwaza Serokê Hikûmetê Bo Avakirina "Komên Bihêz"

Mihemed Şukrî eşkere jî kir ku di çend rojên borî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel veberhênerên navxweyî civiyaye. Di wê civînê de, daxwaz ji veberhêneran hatiye kirin ku di projeyên mezin ên hikûmetê de, di hemî sektoran de û bi taybetî kargehên mezin, bi hev re komên aborî yên bihêz çê bikin û kar bikin.

Li gorî amarên Desteya Veberhênanê, ji nîvê sala 2019ê heta çaryeka yekê ya îsal (2026), 754 destûrên veberhênanê bi sermayeya 22 milyar dolaran dane veberhênerên navxweyî û biyanî.

Çîn bi Zêdetir ji 4 Milyar Dolaran Veberhênanê Dike

Navborî herwesa got: “Çalakbûna veberhênerên navxweyî, tenahiya Herêma Kurdistanê û Qanûna Veberhênanê bûne sedem ku di van salên dawiyê de veberhênerên biyanî zêdetir berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.” Herwesa got: “Di vê navberê de, pişka şêr bi ber veberhênerên Çînî ketiye û bi qebareya zêdetir ji 4 milyar dolaran veberhênanê dikin.”

Serokê Desteya Veberhênanê ron jî kir: “Veberhênerên Çînî bo avakirina sê kargehên mezin ên hilberandin û girêdana parçeyên timbêlan li Hewlêrê, ligel aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştine lihevkirina dawiyê. Ji biilî peydakirina derfetên kar, tê çaverêkirin ku ev proje piraniya pêdivîtiyên bazara deverê jî dabîn bikin.

Kargeha Timbêlên Karebâyî li Hewlêrê Tê Avakirin

Her li ser eynî mijarê, Rêveberê Giştî yê Bajarkên Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê Piştîwan Heme Seîd bo Kurdistan24ê ragihand: "Veberhênerên Çînî niyet heye ku kargeheke pêşkeftî bo berhemandina timbêlên karebâyî li Hewlêrê ava bikin. Ev proje niha di qonaxa lêkolîna hûr de ye û tê pêşbînîkirin ku di dema 6 mehên bê de dest bi çalakiyên xwe bike."

Rêveberê Giştî yê Bajarkên Pîşesazî sedema pêşwaziya berfireh a veberhênerên biyanî ji bo wan hêsankariyan vegerand ên ku di qanûna veberhênanê ya Herêma Kurdistanê de hatine binecihkirin. Eşkere jî kir ku niha 54 projeyên mezin ên veberhênanê bi bihayê 11 milyar dolaran li Herêma Kurdistanê di qonaxa bicihanînê de ne.