Darizandina Lahûr Şêx Cengî û girtiyên Lalezarê bo meha bê hat paşxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Darizandina Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî û girtiyên rûdana Lalezarê bo destpêka meha bê hat paşxistin. Ev biryar di demekê de tê ku tîma parêzeran rastî gefan hatiye û hişyariyê li ser rewşa tendurustiya girtiyekî di bin îşkenceyê de didin.
Endamê Tîma Parêzerên Lahûr Şêx Cengî Dana Teqîedîn îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand: "Pêvajoya Darizandina Lahûr Şêx Cengî û girtiyên rûdana Hotêla Lalezarê bo roja Çarşemê, 3ê Hezîrana 2026an hat paşxistin."
Gefên bi Navê Serokê YNKê û Doza Îşkenceyê
Her îro yek Çavkaniyekê ji Eniya Gel ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî ku Pêncşema borî, 14ê Gulana 2026ê, rûniştina darizandina Lahûr Şêx Cengî û tohmetbarên din hat lidarxistin, şeva borî Asayîşê pêwendî bi me kir û bi navê Bafil Talebanî gef li me û malbatên me kirin ku eger em di rûniştina bê ya dadgehê de mîna rûniştina borî serederiyê bikin, dê berpirsiyarî û rûbirûbûna wê di stûyê we bi xwe ye."
Wî parêzerî tekez kir ku her sê parêzerên din ên tîma berevaniyê jî bi eynî awayî peywendî pê re hatiye kirin û bi navê Bafil Talebanî gef li wan hatine xwarin.
Hevdem ligel van gefan, tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî şeva borî jî daxwazname û yadaştek arasteyî dezgehên bilind ên Herêma Kurdistanê û konsulxaneyên welatên biyanî kir.
Di wê yadaştê de hatîye eşkerekirin ku pêşmergeyekî Lahûr Şêx Cengî bi navê (Heme Reş), di heyama 9 mehên girtinê de li girtîgehên Silêmaniyê rûbirûyî tundtirîn awayên îşkenceya laşî û derûnî bûye. Parêzeran daxwaza desttêwerdana bilez a bijîşkî û qanûnî bo parastina jiyana wî kiriye.
Li gorî yadaşta parêzeran, li jêr îşkenceyê serê Heme Reş hatîye şikandin, pişta wî bi kêran hatîye birîndarkirin, diranên wî hatine şikandin û "li gorî gotina wî bi xwe ji zilamtiyê jî hatîye xistin." Parêzeran ev yek wekî "bizavekê bo şikandina rûmetê û kêmendamkirina herdemî ya wî girtî" wesif kir.
Ev rûdan û Darizandin piştî wê yekê tên ku li şeva 22ê Tebaxa 2025ê, li derdora Hotêla Lalezarê li bajarê Silêmaniyê, şerekî giran di navbera hêzên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî û çekdarên Lahûr Şêx Cengî de qewimî. Piştî şerekî ku çend saetan vekêşa, Lahûr Şêx Cengî ligel bi dehan alîgir û çekdarên wî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hat bindestkirin.