Rêjeya bêkariyê li Herêma Kurdistanê tê diyarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Plandanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariyên dawiyê ji bo destpêkirina rûpîviyeke rastîn a pîvana "hêza kar û rêjeya bêkariyê" dike. Tê pêşbînîkirin ku berî dawiya îsal, amarên nû û fermî bên eşkerekirin.
Birîkarê Wezareta Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Kurdistan24ê ragihand: "Amadekariyên destpêkirina rûpîviya hêza kar di qonaxa herî dawiyê de ne. Eger tu pirsgirêk dernekevin, di dawiya meha bê (Hezîranê) de pêvajoya meydanî bo komkirina zanyaran dê bê destpêkirin."
Rûpîviyeke Berfireh a Malbatî
Birîkarê Wezareta Plandanînê eşkere jî kir ku ev rûpêvî malbat û tevgir e, yanî serdana malbatan tê kirin û pirsiyar ji endamên malbatan tên kirin. Wî tekez kir ku ev pêvajo gştgîr e lê cih, kargeh û kompanyayên bazirganî venagire.
Sîrwan Mihemed ron jî kir ku karê meydanî yê vê pêvajoyê dê yek mehê vekêşe, lê amadekariyên berî karê meydanî û qonaxên piştî karê meydanî demeke zêde dixwazin. Pêşbînî jî tê kirin ku berî dawiya salê rêjeya nû ya bêkariyê eşkere bibe.
Hevkariya ligel Rêxistina Kar a Cîhanî
Wezareta Plandanînê eşkere jî kir ku ev proje bi hevkariya Desteya Amarê û Rêxistina Kar a Cîhanî bi rê ve diçe. Ji ber ku rûpîviya dawiyê ya bi vî rengî di sala 2021ê de hatibû kirin, dezgehên wan pişta xwe bi pêşbîniyan girê nadin, belkî bi rêyên zanistî rêjeya rastîn a bêkariyê destnîşan dikin û belav dikin.
Li gorî amarên dawiyê yên ku di rûpîviya Iraqê de hatibûn kirin, rêjeya bêkariyê li sala 2024ê li Herêma Kurdistanê gihîştibû 14.97%. Armanca sereke ya vê rûpîviya nû peydakirina datayên durist li ser peydakirina derfetên kar û rêjeya bêkariyê ya ciwanan, daku hikûmet bikare li ser bingeha zanyarên durist biryarê li ser proje û siyasetên xwe yên aborî bide.