Nûnerê Trump serkeftina hilbijartinên Iraqê pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serokê Amerîkayê yê ji bo Iraqê Mark Savaya pîrozbahî li gelê Iraqê kir, ji bo serkeftina hilbijartinên dawî yên parlamentoyê û tekez kir ku Amerîka dê bi awayekî bihêz piştgiriya xwe ji bo serweriya Iraqê û hewldanên reformê bidomîne.

Mark Savaya îro 13ê Mijdarê di daxuyaniyekê de got: "Ez pîrozbahiyên xwe yên ji dil pêşkêşî gelê wêrek ê Iraqê dikim ji bo birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên dawî yên parlamentoyê, ku ji bo bihêzkirina demokrasî û aramiya li welat pêngaveke bingehîn e."

Savaya herwiha got: "Gelê Iraqê careke din pabendiya xwe ya bi azadî, serweriya yasa û avakirina saziyên dewleteke bihêz re îsbat kir."

Nûnerê Serokê Amerîkayê pesnê Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û hikûmeta wî da ji bo hewldanên wan ên ji bo lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de û bi awayekî aram. Wî ev yek weke "delîlekî zelal ku Iraq li ser rêya geşbûn û serweriyê dimeşe" binav kir.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Savaya tekez kir ku Amerîka pabendî piştgiriya serweriya Iraqê, hewldanên reformê, û sînordarkirina destwerdanên derve û komên çekdar dimîne û got: "Em li bendê ne ku ligel hikûmeta nû bixebitin da ku hevkariya xwe ya stratejîk di warên ewlehî, enerjî û pêşketinê de kûrtir bikin û beşdarî avakirina pêşerojeke aram û geş ji bo hemû Iraqiyan bibin." 

 
Fly Erbil Advertisment