Julîana Gozen: Pirsa Kurd û Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê di warê proseya çareseriya Pirsa Kurd de daxwaz û bangên ji desthilatê yên ji bo avêtina gavên yaseyî her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de jî pêwîstiya bo qanûnên entegrasyona demokratîk derdikeve pêş. Ligel ku hiqûqnasek dibêje ji bo endamên PKKê û kesên têkildarî wê pêwîstî bi yaseyeke taybet heye, Berdevka Partiya Azadiya Civakî jî balê dikişine ser civakîbûna proseyê û dide zanîn ger prose li ser bingeheke civakî jî neyê avakirin dê bi ser nekeve.

Nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a Pirsa Kurd ku zêdetirî salekê ye li Tirkiyeyê didome, wekî yek ji mijarên sereke yên raya giştî û rojeva siyasî berdewam dikin. 

Piştî pêngavên ku ji aliyê PKKê ve hatine avêtin jî niha hemû çav li avêtina gavên yaseyî ne di bin banê parlamentoya Tirkiyeyê. Di vî warî de jî behsa çend têgehên bingehîn yên weke civaka demokratik, aştî, entegrasyon tê kirin.

Prof. Dr. Levent Koker jî derbarê têgeha entegrasyonê ku her derdikeve pêş de dibêje, ‘entegrasyona demokratîk’ îfadeyeke ku ne termeke hiqûqî ye û behs dike ku di çarçoveya proseya aştiyê de pêdivî bi çi gavên yaseyî heye.

Prof. Dr. Levent Koker ji K24ê re got: “Pêngavên pêwîst, bicihanîna rast a Destûra Bingehîn û qanûn in. Mînak, demildest cibîcihkirina biryarên dadgehan û rakirina qeyûman bi biryareke îdarî. Beşek ji vê, bi entegrasyona demokratîk tê xwestin. Divê têgehên ne-hiqûqî e weke "girêdan û têkilî’ ku bûne sedema karên li dijî hiqûqê, bên sererastkirin. Ji bo mirovên têkildar, ku bikaribin di siyasetê û jiyana demokratîk de cîh bigrin lazim e rêkeftineke yasayî ya taybet çêbibe. Armanc ew e, zemîna entegrasyona yasayî û demokratik bi lez bê avakirin.”

Qîmetdayîna ser têgeha entegrasyonê, ew e ku mirov di Pêvajoya Çareseriyê de bawer bike Tirk û Kurd dikarin li hev bikin û di bin sîwana heman dewletê de bi hev re bijîn, an di vê rêyê de bijardeyekê bike. Berdevka Partiya Azadiya Civakî Julîana Gozen jî dide zanîn serkeftina proseyê ji bilî gavên yaseyî bi civakîbûnê ve jî girêdayî ye

Berdevka Partiya Azadiya Civakî Julîana Gozen dibêje: “Ev pêvajo, encama bedelên giran ên têkoşîna salan a gelê Kurd e û divê ber bi qonaxeke nû ve biçe. Ev erka hevbeş e, ji ber ku Pirsa Kurd ji demokratîkbûna Tirkiyeyê nayê veqetandin.Divê em têkoşîna hemweltîbûna wekhev ya gelê Kurd yên li Amedê û pirsgirêka karkerên Tirkiye bînin cem hev ku bingeheke civakî ava bikin. Ger em vê nekin, pêvajoya ku desthilat dibêje ‘Tirkiyeya bê-teror’ û dixwaze aştiyê têxe nava kevanê wê bigihîje encameke dawî. Lê em ê jî destkeftiyên xwe winda bikin.”

Herwiha dihate payîn vê hefteyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê li ser mijara serdaneke bo Girava Îmraliyê û avêtina gavên yaseyî civîna 17an li dar bixe. Lê ji ber balafira Tirkiyeyê ku li ser sînorê Gurcistan û Azerbeycanê ket û di encama wê de 20 serbazên Tirkiye canê xwe ji dest dan civîn carek din hat paşxistin.

 
Fly Erbil Advertisment