ÎHD: Sala 2024an zêdetirî 3 hezar kesî di şer de canê xwe jidest dane
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Belgekirinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya salane ya derbarê binpêkirinên mafan ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de eşkere kir. Bîlançoya sala 2024an nîşan dide ku şer û pevçûn bûne sedema mirina bi hezaran kesan û zextên li ser civakê zêde bûne.
Bîlançoya Giran a Şer
Li gorî raporê, ku daneyên xwe ji çavkaniyên fermî yên dewletê û PKKê wergirtiye, di encama şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirk û endamên PKKê de, herwiha di encama bombebaranên Tirkiyeyê de, herî kêm 3,262 kesan jiyana xwe ji dest dane.
ÎHDê hûrgiliyên hejmarek ji van qurbaniyan wiha destnîşan kiriye:
- 1,530 kes weke endamên PKKê.
- 38 leşker.
- 10 sivîl.
Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku di sala 2024an de, 3 kesan di dema binçavkirinê de û 37 kesan jî di zîndanên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane.
Êrişên Nîjadperestî û Danîna Qeyûman
Rapor balê dikişîne ser zêdebûna êrişên nîjadperestî û zextên siyasî jî. Li gorî daneyên ÎHDê:
- Di sala 2024an de 106 êrişên nîjadperestî hatine tomarkirin.
- Di encama van êrişan de 14 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.
- Di warê siyasî de, 2 hevşaredar hatine zîndanîkirin û li ser 8 şaredariyan qeyûm hatine danîn.
