Sûriye dê balyozxaneya xwe li Tirkiyeyê veke

Navenda Nûçeyan (K24) - Sûriye dê balyozxaneya xwe li Enqereyê veke û dê têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re normal bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî îro (Çarşem, 15ê Mijdara 2025ê) di çarçoveya rûniştinekêa diyalogê de li Peymangeha Chatam House a Londonê amaje da berdewamiya danûstandinên bi Hikûmeta Tirkiyeyê re.

Şeybanî tekez jî kir ku, hebûna nûnerên dîplomatîk li Tirkiyeyê girîng e, ji ber ku wan têkiliyên taybet û baş bi Tirkiyeyê re hene. Eşkere jî kir ku, ew nêzîkî vekirina balyozxaneya xwe bûne û hemî nûnerîtiyên dîplomatîk ên welatê wî li derve dê li destpêka sala bê bên rêkxistin.

Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de têk çûn. Tirkiyeyê piştgirî da opozîsyona Sûriyeyê û daxwaza hilweşîna rejîma Beşar Esed kir, û ew jî bû sedema nemana têkiliyên dîplomatîk û daxistina balyozxaneyan.

Di salên borî de, gelek bizav hatin kirin ku têkilî bên normalkirin, xasma jî bi navbeynkariya Rûsyayê. Karbidestên herdu welatan gelek civîn li dar xistin da ku li ser mijarên çaresernebûyî yên wekî hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û mijara awareyên Sûriyeyê li Tirkiyeyê nîqaş bikin.

Ev pêngava Sûriyeyê ji bo vekirina balyozxaneya wê li Enqereyê, piştî gelek salan ji nexweşî û duberekiyê, wekî destpêka qonaxeka nû di têkiliyên di navbera herdu welatan de tê hesibandin.

 
 
Fly Erbil Advertisment