Qareman Osman: Ciwanên Kurd li Almanyayê tên bin sîwaneya Konfederasyona Revenda Kurdistanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Barzanî Şîfa Barzanî di berdewamiya bizavên xwe yên ji bo rêxsitin û yekkirina Kurdên diyasporayê li ser pêşniyara Serok Barzanî li Almanyayê bi Rêkxistina Kurdistan21ê re civiya.
Ev rêxistin bi hezaran ciwanên Kurd ên Diyasporayê vedigire û bi vê civînê bi rengekê fermî tevlî Konfederasyona Revenda Kurdistanê bû.
Berpirsê Nivîsgeha Şîfa Barzanî Qareman Osman ji Kurdistan24ê re ragihand: "Armanca sereke ya vê civînê ew e ku em alîkariya hev bikin da ku karê Revenda Kurdistanî pêş bixin.”
Li gorî gotina Qareman Osman, ji dema damezrandina vê konfederasyonê ve, girîngiyeka zêde bi ciwanên Kurd ên li derveyî welat hatiye dayîn û wan kariye ciwanan li bin sîwan û alaya Kurdistanê bicivînin û hesta wan a neteweyî xurt bikin.
Qareman Osman tekez jî kir ku, Konfederasyona Revenda Kurdistanî berhema nerîn û hizira Serok Barzanî ye ji bo çêkirina sîwaneka hevgirtî ji bo Kurdên diyasporayê, bi armanca piştgiriya hev û ezmûna Herêma Kurdistanê û hemî parçeyên din ên Kurdistanê.
Navbirî amaje jî da: "Ev sîwan roj bi roj berfireh dibe û xelkê parçeyên din ên Kurdistanê tevlî wê dibin ji ber ku ew dizanin ku yekane rêber û lêvegerê Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê Serok Barzanî ye."
Ron jî kir: “Yek ji sedemên zêdebûna girîngîpêdana ciwanan bi vê konfederasyonê serdana 106 ciwanên diyasporayê ji bo Herêma Kurdistanê û pêşwazîkirina wan ji hêla Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve bû.”
Herwesa got: “Rêkxistina Kurdistan21ê, ku endamên wê bi piranî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û di warê werzîşê de çalak in û li bajarên Almanyayê û welatên din toreka berfireh heye, niha dixwazin bên bin wê sîwana neteweyî ya ku ji hêla Serok Barzanî ve hatiye çêkirin.”
Qareman Osman herwesa got: "Di komkirina Kurdên diyasporayê de astekê pir baş hatiye bidestxistin û piraniya komele û rêxistinên Kurd ên parçebûyî kirine yek.” Herwesa got: “Me bi rêjeyeka zêde kariye hevdengî û yekdengiya ji bo nav revenda Kurdistanî vegerînin, lê hîn jî kar maye ku bê kirin.” Tekez jî kir ku, divê xebat û çalakî berdewam bin da ku zêdetir xelk Konfederasyona Revenda Kurdistanî nas bike û em bikarin armanca Serok Barzanî ji bo yekkirina Kurdên diyasporayê bi tevahî bi cih bînin.”
Ev civîn û hevpeymaniya nû wekî pêngaveka girîng tê dîtin ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera ciwanên Kurd ên li diyasporayê û welat de, herwesa ji bo xurtkirina yekrêzî û nasnameya neteweyî li derveyî welat.
