Pirtûka Çîrokên Jinên Zindanî hat nasandin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê pirtûkek bi navê Çîrokên Jinên Zindanî hat nasandin. Ev pirtûk ji nivîsên jinên ku di zindanan de ne pêk tê û 11 çîrok tê de cih digirin.
Di Navenda Kongre û Çandê Ya Sezaî Karakoç de danasîna pirtûka bi navê Çîrokên Jinên Zindanî hat kirin. Jinên ku di girtîgehan de ne bi destnivîsên xwe vê pirtûkê pêk tînin û 11 çîrok tê de cih digirin.
Amadekara pirtûkê Roza Metîna ye û edîtoriya wê jî Enîse Şîrîn û Roza Metînayê bi hevre kiriye û pirtûk ji 112 rupelan pêk tê.
Saziyên wek Komîteya Jinan a PENA KURD, MED-DER, Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtuya Kurd a Amedê, Federasyona Komeleyên Hevgirtinê ya Malbatên Girtiyan a Amedê ked dane amadekirina vê pirtûkê.
Çîrokên ku di vê pirtûkê de cih digirin wisa ne: Çîroka Besê Ozer ya bi navê Şiyar, Çîroka Fatma Ozbay ya bi navê Mirî Birîndar Nabin, Çîroka Xanim Yildirim ya bi navê Xezal û Av, Çîroka Leyla Saraç ya bi navê Zerya-Karwanê Meytan, çîroka Medya Yaklav a bi navê Mişkê, çîroka Melîke Kaya ya bi navê Welatek, çîroka Mizgîn Ronak a bi navê Çîroka Dûyem, çîroka Mulkşya Dogan a bi navê Hespên Hêviyê, çîroka Necla Yildiz a bi navê Rêwîtî û çîroka Suheyla Taş a bi navê Ji Xweliyê.
Di bernameya danasîna pirtûka Çîrokên Jinên Zindanî de sîyasetmedarên wek Salîha Aydenîz û Gulser Yildirim jî cih girtin.
