Mesrûr Barzanî: Westgeha paqijkirina ava avrêyên Hewlêrê alîkariya çandinî û jîngehparêziyê dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) kevirê bingehîn ê qonaxa duyê ya projeya westgeha paqijkirina ava avrêyên Hewlêrê dana.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê merasîmê de gotarek jî pêşkêş kir û tê de ragihand: “Ev proje ji hêla Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ve bi hevkariya Şîrketa Awzanê tê bicîhanîn, herwesa biryar e ku yek ji wan heşt yekîneyên vê projeyê bi spasî ve ji hêla ajansa JICAyê ya Çapanî ve jî bê bicîhanîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Wekî ku hûn dibînin, ev proje ji heşt yekîneyan pêk tê û yek ji van yekîneyan, em hêvî dikin ku ajansa JICAyê ya Çapanî bi cîh bîne û herwesa em hêvî dikin ku ew jî di demeka nêzîk de dest bi xebatên xwe bike.”

Mesrûr Barzanî herwesa got: “Ev projeya girîng û bêhempa dê pêşiyê li tevlihevbûna ava avrêyan li gel çavkaniyên xwezayî, ava binerd, pîsbûn û nexweşiyên veguhastî yên avê bigire.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron jî kir: “Ew alîkariya zêdekirina sektora çandinê û jîngehparêziyê jî dike, ji ber ku ew av piştî çareserkirin û dubare parzinandinê dîsa tê bikaranîn. Bi vî rengî jî, heta asteka zêde zexta li ser ava binerd tê kêmkirin.”

Projeya westgeha paqijkirina ava avrêyên Hewlêrê, wekî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behs kir, "çavkaniya herî baş e ji bo avdana park û keskatiyan, herwesa dê piştgiriyeka xurt bide hemî planên me yên zêdekirina rêjeya keskatiyê li Hewlêrê, wekî piştgirîkirina herdu projeyên Kembera Kesk û Rêya Jiyanê û hemî parkên din, ku dê bandoreka baş li ser dabînkirina zêdetir avê, parastina ava binerd û baştirkirina şert û mercên jîngehî û tenduristî yên bajarên me bike."

Mesrûr Barzanî di pareka din a axaftina xwe de jî eşkere kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan heye ku projeyên bi vî rengî li bajar û bajarkên din jî yên Kurdistanê bi cih bîne, ji bo "xizmetkirina welatiyan û birina asta jiyanê û xizmetkariyên giştî ber bi qonaxeka pêşkeftîtir ve".

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa hêvî jî kir ku, ev proje di wextê xwe de bê temamkirin û ji bo şêniyên bajarê Hewlêrê û tevahiya Kurdistanê bibe çavkaniya xêr û xweşiyan.

Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyên Herêma Kurdistanê Arî Ehmed Qadir jî pêştir ji Kurdistan24ê re got: "Ev proje ne tenê ji hêla qebareyê ve mezin e, belkî ji bo bajarê Hewlêrê û şêniyên wê girîngiyeka jîngehî û tenduristî ya bêhempa jî heye.”

Arî Ehmed Qadir amaje jî da ku, armanca vê projeyê dabînkirina ava avdanê ye, ku dê bibe çavkaniyeka sereke ji bo dabînkirina ava pêdivî ji bo avdana Kembera Kesk a Hewlêrê û parkên giştî wekî Parka Samî Ebdirehman, ku niha neçar in ava binerd bi kar bînin. Ev jî dê zexta li ser çavkaniyên ava binerd kêm bike.

Pêkhateyên sereke yên wê projeyê ev in:

1. Çêkirina tora avrêyan ku ji danana 21.9 kîlometrên boriyên avrêyan pêk tê, 5.3 kîlometir bi teknîka Pipe Jacking tên bicihanîn, ev teknîk yanî bê kolana cade û kolanan, ev jî dê kêmtir zirarê bide jêrxaneya bajarî û bandora li ser trafîkê jî dê kêm bike.

2. Westgeheka modern a çareserkirina avrêyan: Pêvajoya çareserkirina avrêyan bi awayekê pêşkeftî tê kirin, ku tê de sikrînkirin, hewaguhertin, parzinandin û gelek qonaxên din jî hene. Piştî çareserkirinê, ew avrê dikarin dîsa ji bo armancên cuda cuda bên bikaranîn.

3. Xebitandin û çarekirin: Ev proje qonaxeka xebitandin û çarekirinê ya dusalî ji bo piştrastbûna ji xebitandina aktîv û berdewam a wê westgehê vedigire.

Bi temamkirina vê westgehê, Hewlêr dê pêngaveka mezin ber bi avakirina bajarekê paqijtir, saxlemtir û berdewamtir ji bo nifşên niha û paşerojê ve biavêje.

 
Fly Erbil Advertisment