Serok Barzanî: Bicîhanîna destûrê bingeha sereke ya danûstandinên avakirina hikûmeta bê ya Iraqê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî ragihand ku, Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sidîq kir.
Balyozê Brîtanyayê li Iraqê di wê hevdîtinê de pîrozbahî li Serok Barzanî kir, ji ber serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlementoya Iraqê û wê serkeftina mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dest xist ku ji yek milyon dengan zêdetir bû. Herwesa hêvî jî kir ku, pêvajoya siyasî ya piştî hilbijartinan li Iraqê rêça xwe bigire da ku hikûmeteka federal bi tevlîbûna hemî aliyên siyasî bê avakirin.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya Balyozê Brîtanyayê kir û ragihand ku, tevî wan astengiyên ku ji bo PDKê hatine çêkirin, lê bi baweriya xurt a gelê Kurdistanê, PDKê karî serkeftineka mezin bi dest bixe. Serok Barzanî herwesa qonaxa piştî hilbijartinan girîng wesifand û amaje da ku, divê hemî aliyên siyasî bi cidî li ser vê mijarê bixebitin û nêzî hev bibin û ji şaşîtiyên borî ezmûnê werbigirin, ji bo rastkirina rêya desthilatdariyê li Iraqê û bicihanîna bendên destûrê.
Serok Barzanî herwesa ragihand ku, ji bo PDK û Herêma Kurdistanê, bicîhanîna destûrê dê bibe bingeha sereke ji bo danûstandinên avakirina hikûmeta Iraqê ya bê û me veto li ser tu kes û aliyan nîne. Tiştê girîng ji bo me ew e ku her kes û aliyekî bawerî bi federalîzma tam li ser bingeha destûrê hebe, herwesa bawerî bi bicihanîna destûrê û derxistina qanûnan ji bo wan bendên ku di destûrê de hatine û bicihanîna wan qanûnên ku li ser bingeha destûrê hatine derxistin ku heta niha nehatine bicihanîn, wekî Qanûna Encûmena Federal û Qanûna Petrol û Gazê. Her kes û aliyekê ku pabendî bicîhanîna destûrê be, ew dê kes û aliyê herî nêzîkî me û Herêma Kurdistanê be.
Di derheqa karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî ragihand ku berî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, me hemî nermbûn nîşan da, me pêştir jî ragihandibû ku rewşa ku berî hilbijartinan hebû ne şert e ku piştî hilbijartinan jî bimîne. Lê girîng e ku deriyên diyalogê vekirî bimînin da ku em bikaribin pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.
Li ser mijara Yekrêziya Kurdan li Bexdayê jî, Serok Barzanî amaje da ku bingeha Yekrêziya Kurdan li Bexdayê ew e ku me li ser mijarên stratejîk ên Herêma Kurdistanê û li ser mijara federalîzmê û pabendbûna Bexdayê bi hemî bendên destûrê baweriyeka hevpar hebe.
Herdu aliyan herwesa li ser têkiliya di navbera Brîtanyayê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re jî nîqaş kirin, herdu alî li ser girîngiya berdewamiya wan têkiliyan û pêşxistina wan di hemî waran de jî hevnerîn bûn.
