Korbenda MEPSê sibe li Dihokê tê destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serok Barzanî, Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) sibe (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li Dihokê tê destpêkirin û tê de danûstandin li ser qebxwazî û guhertinên deverê tên kirin.
Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bi sedan serkirde, kesatiyên siyasî, nûner, dîplomat û akademîsyen ji welatên cuda cuda tevlî Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) ya îsal dibin.
Kesên ku tevlî vê Korbenda MEPSê ya îsal dibin li ser hevrikî û qebxwaziyên Rojhilata Navîn danûstandinan dikin û li pey aştî û çareseriyeka domdirêj ji bo qebxwaziyan digerin.
Birêveçûna korbenda MEPSê, ku piştî heftiyekê ji hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê tê, dê bibe derfeteka bêhempa ji bo lêkolîna rêça siyasî ya Iraqê di çarçoveya têkiliyên wê bi birêvebiriya nû ya Trump re.
Ev jî di demekê de ye ku îsal li Iraq û Rojhilata Navîn gelek guhertin û bûyerên girîng û hestyar çê bûne, wekî hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê, destnîşankirina Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Iraqê, şerê 12-rojî yê Îran û Îsraîlê, îmzakirina peymana agirbesta Xezzeyê, guhertinên Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
