Baxçeyê Ajelan ê Hewlêrê bû endamê Komeleya Cîhanî ya Baxçeyên Ajelan

Navenda Nûçeyan (K24) – Baxçeyê Ajelan ê Hewlêrê bi awayekî fermî bû endamê Komeleya Cîhanî ya Baxçeyên Ajel û Aquariuman. Bi vê yekê, Baxçeyê Ajelan ê Hewlêrê bû yekemîn baxçeyê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê ku vê endametiya navdewletî bi dest dixe.

Rêveberê Giştî yê Baxçeyê Ajelan ê Hewlêrê Adil Selman di daxuyaniyekê de ragihand, sedema vê destkeftê ew e ku "baxçe li gorî standardên navdewletî hatiye avakirin, hejmareke mezin ya ajalên kêmpeyda li xwe digire û bi berdewamî di pêşketinê de ye."

Adil Selman da zanîn, yek ji wan ajalên kêmpeyda ku nû gihiştiye Baxçeyê Ajelan ê Hewlêrê, zebrayek e, ku cara yekem e tê anîn bo Kurdistan û Iraqê.

Herwiha hat diyarkirin, anîna ajalên cuda yên weke şêrê spî û pilingê reş, ligel çend corên din ên ajalan, sedemên serekî bûn ji bo wergirtina vê endametiya cîhanî.

Baxçeyê Ajelan ê Hewlêrê li ser rûberekî zêdetirî 500 hezar metreyên çargoşe hatiye avakirin û weke yek ji baxçeyên herî mezin ên ajalan li Iraq û herêmê tê dîtin. Hin ajal û balindeyên ku di vî baxçeyî de hene, li cîhanê kêmpeyda ne û metirsiya nemanê li ser wan heye.