Çêner Nizar peykerê Pêşewa Qazî Mihemed li Kerkûkê çê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê peykerçêker ê Kurd Çêner Nizar dest bi amadekariyan kiriye bo çêkirina peykerekê nû yê Pêşewa Qazî Mihemed bo dibistanekê li bajarê Kerkûkê, bi armanca zîndîkirina bîranîn û dîroka wî kesatiyê neteweyî bi rêya hunerê peykerçêkirinê.
Hunermendê peykerçêker ê Kurd Çêner Nizar îro Pêncşem, 15ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî dîtina wêneya peykerê Pêşewa Qazî Mihemed li Amadeyiya Qazî Mihemed a Kuran li Kerkûkê, ku pêdivîtiya wî bi nûjenkirinê an jî çêkirina peykerekê nû hebû, min biryar da ku bê beranber pêngaveke kiryarkî bo vê meremê biavêjim."
Çêner Nizar di derheqa çêkirina wî peykerî de got: "Min peywendî bi rêveberiya wê dibistanê û rêveberê wê Merîwan Ebdulselam re kir û di encama danûstandin û lihevkirina navbera me de, me biryar da ku li şûna nûjenkirina peykerê kevn, peykerekê tam nû bi kalitiyeke bilind bê çêkirin."
Di derheqa amadekariyên vê projeyê de, Çêner Nizar got: "Ev proje di qonaxa destpêkê de ye û amadekarî bo çêkirina wî peykerî hatine destpêkirin. Di vê qonaxê de, bingeha peykerî tê amadekirin û hûrgiliyên girêdayî Pêşewa Qazî Mihemed tên komkirin, daku berhem herî zêde bi şiyanên hunerî nêzîkî awayê rastîn û dîrokî yê wî kesatîyî be."
Wî peykerçêkerî eşkere jî kir: "Ez bi serbilindî ve amade me ku hunerê xwe bo xizmetkirina dîrok û kesatiyên giring ên Kurdistanê bi kar bînim; ew kesatiyên ku rol di rûdanên dîrokî û di pêkhateya bîranîna neteweyî ya Kurdan de lîstine."
Hunermendê peykerçêker ê Kurd Çêner Nizar li sala 1986ê li bajarê Silêmaniyê bûye, pişka çêkirina peykeran a Peymangeha Hunerên Bedew a Silêmaniyê qedandiye û tevlî 60 pêşangehên hevpar li Herêma Kurdistanê û 4 pêşangehên hevpar li derveyî Herêma Kurdistanê bûye.