Saman Berzincî: Amûrên tîşk û sonarê yên pêşketî li nexweşxaneyên Kurdistanê hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn Konferansa Tîşk û Sonarê li Dihokê, bi amadebûna Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û hejmareke mezin a bijîşk û pisporên warê tîşk û sonarê birêve çû.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî îro 21ê Mijdarê di kongreyeke rojnamevanî de got: "Di cîhana bijîşkiyê de, tîşk êdî ne tenê ji bo teşhîskirina nexweşiyan e, belkî roleke wê di çareseriyê de jî heye û bûye cihgirê neştergeriyê ji bo çareserkirina gelek nexweşiyan."
Berzincî da zanîn, ev corê konferansên zanistî beşek in ji bernameya Wezareta Tenduristiyê ji bo pêşxistina bijîşkiyê û pêşvebirina sîstema tenduristiyê li Herêma Kurdistanê. Herwiha got: "Ev corê konferansan ji konferansên cîhanê ne kêmtir in û jêhatiya bijîşkên me yên Kurd jî ji jêhatiya bijîşkên welatên pêşketî yên cîhanê ne kêmtir e."
Wezîrê Tenduristiyê herwiha pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê da di dabînkirina amûr û pêdiviyên bijîşkî de, bi taybetî amûrên tîşk û sonarê li navend û derveyî bajaran.
Dr. Saman Berzincî bi serbilindî ragihand jî, bijîşkên Kurd di warê tîşk û sonarê de di rêza yekem a xwendekarên Borda Erebî de cih girtine, ku ev yek "belgeya jêhatîbûn û pêşketina Kurdistanê ye di vî warî de."
