Wezîrê Tenduristiyê: Kurdistan di warê neştergeriya çandina ceger de li ser asta herêmê pêşeng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, Herêma Kurdistanê di warê neştergeriya çandina ceger de li ser asta herêmê bûye pêşeng. Da zanîn jî, di çarçoveya Kabîneya Nehem de, 117 neştergeriyên mezin ên çandina ceger bi serkeftî û li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatine encamdan.
Dr. Saman Berzincî îro 21ê Mijdarê di daxuyaniyekê de got, ev çend sal in xizmetguzariya çandina ceger li Herêma Kurdistanê bi standardên bilind û bi serkeftî birêve diçe, ku ev yek gaveke mezin e di sektora pizîşkî ya pêşketî de.
Wezîrê Tenduristiyê eşkere kir ku ev prose bi piştgiriya rasterast û li ser ferman û razamendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve diçe. Heta îro, di çarçoveya Kabîneya Nehem de, 117 neştergeriyên çandina ceger ji bo nexweşên ji hemû bajar û navçeyên Kurdistanê hatine kirin.
Derbarê lêçûna van neştergeriyan de, Saman Berzincî da zanîn ku lêçûna giştî gihiştiye 5 milyar û 465 milyon û 357 hezar dînaran. Dabeşkirina nexweşan li gorî parêzgehan wiha ye:
- Hewlêr: 48 nexweş
- Silêmanî: 33 nexweş
- Dihok: 27 nexweş
- Helebce: 5 nexweş
Dr. Saman Berzincî tekez kir, her hefte dosyeyên çend nexweşên nû tên pêşkêşkirin û her tim razamendiya Serokwezîr ji bo wan tê wergirtin û xerciyên wan tên dabînkirin. Diyar kir jî: "Ev pêngav bûye sedema vegera jiyanê ji bo bi dehan welatiyan, ji zarokan bigire heta bi kesên temenmezin, û ew ji mirinê hatine rizgarkirin."
Wezîrê Tenduristiyê herwiha ragihand, ev neştergerî li gorî Yasaya Beşandin û Çandina Endamên Laş û li gorî rênma û rêkarên zanistî tên birêvebirin.
