Îran ji bo vemirandina agirê daristanekê daxwaza alîkariyê ji welatên dost dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgaya Mazenderan a Îranê agirê ku berî du hefteyan li daristanên herêma Merzenabadê derketiye, hîn nehatiye kontrolkirin. Rayedarên Îranî ji ber dusswariya rewşê daxwaza alîkariya navdewletî kirin.
Ajansa Nûçeyan a Mehrê îro 22ê Mijdarê ragihand, şewata li daristanên "Elît" ên girêdayî navçeya Merzenabadê, tevî hemû hewldanan didome û heta niha bi sedan hektar daristan bûne xwelî.
Li gorî zanyariyan, tevî hewldanên tîmên agirkuj û welatiyên xwebexş, ji ber asêbûna herêmê û nebûna rêyên gihîştinê ji bo wesayîtên agirkujiyê, agir nehatiye vemirandin. Her wiha hişkesalî û bayê xurt jî bûne sedem ku agir bi lez belav bibe.
Medyaya Îranê belav kiriye, 6 helîkopterên Artêşa Îranê beşdarî operasyona vemirandinê bûne. Di dema hewldanên vemirandinê de heta niha 6 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
Cîgirê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Mihemed Cefer Qayîmpenah derbarê rewşê de diyar kir, ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin, lê şert û mercên giran ên hewayê û erdnîgariya herêmê rê li ber kontrolkirina agir digirin.
Qayîmpenah hişyarî da ku metirsiya belavbûna agir bo daristanên derdorê heye û got: "Tevî beşdariya 17 tîmên agirkujiyê û 6 helîkopteran, me nekarî agir kontrol bikin. Ji ber vê yekê, me bi awayekî lezgîn daxwaza alîkariyê ji welatên dost kiriye."
Her çiqas rayedarê Îranî zelal nekir ku mebesta wî ji "welatên dost" kîjan welat in, lê ev daxuyanî nîşaneya cidiyeta karesatê ye.
Heta niha ziyanên madî û jîngehî yên şewata daristanên Merzenabadê bi fermî nehatine eşkerekirin, lêbelê, şahidên bûyerê didin zanîn ku hejmareke mezin a darên kevnar û binirx şewitîne û ziyaneke mezin gihîştiye xwezaya herêmê.
