Mezlûm Ebdî: Alîkariya Başûrê Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê HSDê girîngiya alîkariya Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê tekez kir û got ku, tevlîbûna wî di Korbenda MEPSê de li Dihokê de "girîng" û "destpêka pêvajoyeka nû" ye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di nûtirîn çavpêkeftina xwe ya rojnamevanî de behsa tevlîbûna xwe ya di gera şeşê ya Korbenda MEPSê de li bajarê Dihokê, têkiliyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, pêvajoya nû ya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, têkilbûna hêzên HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de û gelek mijarên din kir.
Tevlîbûna di gera şeşê ya Konferansa MEPSê de li Dihokê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) li Dihokê tevlî roja sêyê ya gera şeşê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS25) bû û tê de gotarek jî pêşkêş kir.
Mezlûm Ebdî serdana xwe ya Dihokê "girîng" û wekî "destpêka pêvajoyeka nû" binav kir û amaje da ku, rayedarên Herêma Kurdistanê bi "germî" pêşwaziya wî kiriye.
Wekî ku Fermandarê HSDê amaje da, "Tevlîbûna di korbendeka wesa de li Dihokê ji bo bakur û rojhilatên Sûriyeyê girîng bû. Em li wê bawerê ne ku, ev dê di têkiliyên me yên bi başûr re destpêkeka nû be û dê pêşveçûn çê bibe. Em têkiliyên xwe yên bi birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê re bi awayekê xwezayî dibînin."
Civînên wî yên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re
Her di wê rojê de ku ew tevlî Korbenda MEPSê bû, Mezlûm Ebdî bi awayekê cuda bi bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Mezlûm Ebdî li ser naveroka civînên xwe yên li gel rayedarên Herêma Kurdistanê de jî got: "Ev ne cara yekê bû ku em bi rayedarên Herêma Kurdistanê re civiyan. Ev berdewamiya serdanên berê bû. Gelek mijarên nû û çalak hebûn ku me nîqaş kirin. Gelek mijarên hevpar hebûn ku ji bo herdu aliyan girîng bûn. bi rengekê giştî jî yekîtiya neteweyî di rojeva me de heye, me li ser vê mijarê nîqaş kirin.”
Navbirî amaje jî da ku, pêvajoya aştiyê ya nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û têkiliyên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şamê de ji wan mijaran bûn ên ku di hevdîtinên wî yên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re de hatine nîqaşkirin.
Fermandarê HSDê herwesa got: “Me li ser van hemî mijaran nêrînên hev wergirtine û me tekez kiriye ku, alîkariya Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê girîng e. Em li ser vê yekê axivîn. Bi rengekê giştî, em li ser diyalog û aştiyê, ew tiştên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê girîng in û ji bo bakurê Sûriyeyê girîng in, tiştên ku ji bo Kurdan bi giştî girîng in axivîn. Encamên giştî erênî bûn.”
Têkiliyên aborî yên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de
Mezlûm Ebdî li ser têkiliyên aborî yên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî got: “Ji bo ku têkilî û hatin û çûn zêdetir bihêz bin, bi rengekê giştî jî li Deriyê Sêmalka, di pêvajoya dubare avakirina Sûriyeyê û mijarên aborî de divê Başûrê Kurdistanê roleka girîng bilîze.”
Navbirî tekez jî kir: “Em cîranên hev in, birayên hev in. Ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê, belkî ji bo Kurdên Bakur û Kurdên diyasporayê jî, ji bo ku bên û ew jî li ser karên dubare avakirina bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê roleka bihêztir bilîzin, em li ser van mijaran rawestan.”
