Serkirdeyekê Hevpeymaniya Fetihê: Êdî livînên siyasî ber bi Herêma Kurdistanê ve ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Berbijarkirina Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî duberekiyên di navbera aliyên Çarçoveya Hevahengiyê de eşkere kirin. Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, aliyên Şîe dê 12 berbijar ji bo posta Serokwezîrê Hikûmeta Iraqê yê bê hebin. Ev bî krîzeka siyasî ya nû ye keftiye navmala Şîeyan û dibe ku avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê ji bo demekê dirêj dereng bixe.

Tevî tevgera siyasî ya yekê ji bo nîqaş û danûstandinên avakirina kabîneya nû ya Iraqê, duberekiyên navmala Şîeyan, xasma jî Çarçoveya Hevahengiyê eşkere bûn, ku dê 12 berbijar ji bo posta serokwezîrî hebin. Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî du hevrikên herî serhişk in û dibe ku pêvajoya avakirina hikûmetê ji ber wê yekê ji bo demekê dereng bikeve.

Sekreterê Partiya Umeyê Mehmûd Igêlî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Her çend çend kesan xwe ji bo posta serokwezîriyê berbijar kiriye jî, lê Sûdanî şansê herî baş heye ku vê postê bi dest bixe ji ber ku ew ji hêla siyasî ve qebûlkirî ye û pêngavên baş ji bo çarekirina duberekeiyan avêtine, ew rêzê li hevpariyê digire û kariye heta astekê pirsgirêkên darayî bi Hikûmeta Kerêma Kurdistanê re çareser bike.

Serkirdetiya siyasî ya Kurdan dixwaze di çarçoveya qanûnê de mafên wê yên destûrî di hikûmeta Iraqê de bên misogerkirin. Serkirdeyekê Hevpeymaniya Fetihê jî got: ”Aliyên Iraqî ji bo avakirina hikûmetê berê xwe didin Serok Barzanî û daxwaza Kurdan jî tenê çareserkirina pirsgirêkên darayî û bicîhanîna madeya 140ê ye, ji ber vê yekê divê hikûmeta nû zû bê avakirin da ku krîz bi dawî bibin.

Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetihê Mehmûd Heyanî jî got: “Livînên siyasî êdî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, wekî ku çawa Nûrî Malikî serdana Serok Barzanî kir, ji ber ku diyalog li derê berhemdar e û hikûmet dê zûtir bê avakirina. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tenê daxwaza bicîhanîna destûr û pirsgirêkên darayî dike, ku vê hikûmetê nekarî bi temamî wan krîzan çareser bike.

Zêdebarî wan duberekiyên ku di navbera aliyên Şîe de li ser posta Serokwezîrê Iraqê peyda bûne, Hikûmeta Amerîkayê haydariyeka tund daye serokatiya Şîeyan ku ew dê destwerdana biyanî di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de qebûl nekin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment