Li Rihayê teqînek rû da

Riha
Riha

Diyarbekir (K24) - Hat ragihandin ku li Avahiya Dadê ya Rihayê, li pişka depoyê teqînek rû daye û di encamê de xebatkarek birîndar bûye.

Li gorî agahiyên despêkê, li Avahiya Dadê ya Rihayê di depoyê de teqînek rû daye. Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak jî da zanîn ku, di encama teqîna saet 15.00 rûdayî de, şewat jî rû daye û katibek ji linge xwe ve birîndar bûye, herwesa ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û dest bi dermankirina wî hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgarî, avahiya Dadê jî hatiye valakirin. Hat zanîn jî ku, piştî wê teqînê gelek tîmên hawarhatinê û hezên ewlekariyê ber bi cihê teqînê ve çûne.

Hat ragihandin jî ku, di derheqa wê teqînê de lêpirsîn hatiye vekirin û di derheqa sedema teqînê de jî lêkolîn berdewam in.

 
Fly Erbil Advertisment