Dem Partiyê peyama Ocalan bo Sûriyeyê eşkere kir û daxwaza destpêkirina reformên qanûnî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya nirxandina rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û serdana şanda parlementoyê ji bo Îmraliyê de, Hevseroka Dem Partiyê wê hevdîtinê wekî kilîla çareseriya aştî û demokrasiyê dibîne û radigihîne: “Ocalan peyameka zelal ji bo xurtkirina hevpeymaniya Kurdan û Tirkiyeyê û çareserkirina rewşa Sûriyeyê pêşkêş kiriye û bang li hikûmetê jî kir ku pêngavên qanûnî bi lez biavêje.”
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari ragihand: “Tirkiye niha di qonaxeka hesas û biryardar re derbaz dibe û serdana şanda Komîsyona Parlementoyê ji bo Abdullah Ocalan li Îmraliyê û civîna bi wî re çavkaniya hêviyeka mezin e ji bo berqerarbûna aştiyê û çespandina demokrasiyê li wî welatî.”
Li gorî Hevseroka Dem Partiyê, ew civîn ji bo vekirina deriyê biratiyê pêngaveka dîrokî ye û tê de Ocalan tekez li ser pabendbûna xwe bi xurtkirina hevpeymaniya stratejîk a di navbera Kurd û Tirkan de kir.
Herwesa di wan nîqaşan de rewşa Sûriyeyê bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û Ocalan nêrîneka nû pêşkêş kiriye ku, dikare bibe kilîla sereke ya pêvajoya aştiyê, bi taybetî jî li deverên bakur-rojhilatê Sûriyeyê.
Tulay Hatimogullari bang li hemî aliyan kir ku, bi rengekê cidî xwe li vê pêvajoyê bikin xwedan û haydarî jî da ku, ev qonax tenê bi gotinan derbaz nabe, lê pêdivîtiya wê bi pêngavên reformên qanûnî yên bi lez jî heye û erkê desthilatê ye ku bi zûtirîn dem ji bo pêşxistina wê pêvajoyê bi rêya rêkarên qanûnî û dezgehî kar bike da ku ew derfet ji dest neçe.
