Wezareta Pêşmerge û Amerîkayê nexşerêya reform û berdewamiya hevkariyên lojîstîkî nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bizavên rêkxistina hêzan û xurtkirina şiyanên leşkerî yên Herêma Kurdistanê de, berpirsên payebilind ên Wezareta Pêşmerge û Nivîsîngeha Hevkariya Ewlehiyê ya Amerîkayê civiyan û girîngiya berdewamiya piştgiriya lojîstîkî û biserxistina pêvajoya reformê tekez kirin.

Li Dîwana Wezareta Pêşmerge bi çavdêrî û amadebûna Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Ozer, Sekreterê Giştî Lîwa Rukin Bextiyar Mihemed Sidîq û hejmareka efserên payebilind ên wê wezaretê, îro (Sêşem, 25ê Mijdara 2025ê) civîneka hevpar a mehane bi Berpirsê Nivîsîngeha Hevkariya Ewlehiyê li Konsulxaneya Giştî ya Amerîayê Kolonel Deck Paylowik re li dar xistin.

Li gorî ragihandina Wezareta Pêşmerge, di vê civînê de pêşketin û nûyatiyên herî dawiyê yên dozên ewlehiyê hatin nîqaşkirin û mekanîzma gihandina alîkariya lojîstîkî ya hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmergeyan hat kirin bi berfirehî hat nirxandin da ku bê misogerkirin ku ew pêvajo bi çêtirîn awa xizmeta şiyanên leşkerî yên herêmê bike.

Tewerekê din ê wê civînê ji bo nîqaşkirina pêngavên pêvajoya reformê û rêkxistina hêzan hat terxankirin û tê de, girîngiya berdewamiya hevahengiya di navbera tîmên wezaretê û Nivîsîngeha Hevkariya Asayîşê de ji bo biserxistina plan û bernameyên ku armanca wan xurtkirina jêrxaneya leşkerî ya Kurdistanê ye.

Di dawiya wê civînê de, berpirsên payebilind ên Wezareta Pêşmerge pesna rola bibandor a tîmên leşkerî yên Amerîkayê û şêwirmendên hevpeymanan di pêşxistina têkiliyan de kir û soz dan ku, asta hevahengiyan ji bo qonaxa bê berfirehtir bikin û bizavan ji bo parastina ewlehî û tenahiya deverê zêdetir bikin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment