Mesrûr Barzanî: PDKê komîteyek çê kiriye û serdana aliyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Rênimayên cenabê Serok Barzanî eşkere ne ku, helwest an jî yekhelwestiya hêzên Kurdî bi taybetî li Iraqa federal li ber çavan bên wergirtin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) di konfranseka rojnamevanî de got: "Rênimayên cenabê Serok Barzanî eşkere ne ku, helwest an jî yekhelwestiya hêzên Kurdî bi taybetî li Iraqa federal li ber çavan bên wergirtin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: “PDKê pêşengî kiriye û komîteyek ava kiriye, serdana aliyan dike da ku em bikarin bi kêmî ve wan nêzîkî hev bikin û biryarên li gorî berjewendiya Herêma Kurdistanê bidin."
Mesrûr Barzanî li ser yekalînebûna posta Serokkomarê Iraqê jî got: “Em bi hemî rengan tekez dikin ku ev post ji bo Kurdan be, lê divê di navbera Kurdan de lihevkirinek çê bibe. Hêşta bi tu rengan ji bo aliyekî yekalî nebûye.”