Baran Ehmed klîpa xwe ya nû bi navê "Efrîn" weşand
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê ji Efrînê Baran Ehmed, berhema xwe ya nû ya bi navê "Efrîn" bi klîpeke taybet belav kir. Hunermend di vê xebata xwe de hewl daye ku xwezaya Efrînê û dewlemendiya folklora wê herêmê bide nîşandan.
Baran Ehmed derbarê klîpa xwe ya nû de ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir, gotin û awaza strana 'Efrîn' ya wî bi xwe ye û derhêneriya klîbê jî ji aliyê Alan Pro ve hatiye kirin. Ehmed got jî, ew bi şanazî û serbilindî vê berhema xwe ya nû pêşkêşî guhdarên xwe dike."
Hunermendê ciwan diyar kir ku armanca wî ew bûye ku di stranê de rengê resen ê Efrînê derxe pêş û got: "Min xwast ez Efrînê û xwezaya wê bi baştirîn awayî nîşan bidim. Ji ber vê yekê, min di vê berhemê de dengên folklorî yên wekî sazbendê rehmetî 'Adîk' û dengê hunermendê nemir 'Bavê Selah' bi hev re têkel kirine. Armanc ew e ku ez dewlemendiya folklora Efrînê nîşan bidim."
Baran Ehmed herwiha behsa destpêka jiyana xwe ya hunerî kir û got: "Ez xelkê Efrînê me. Min di 6 saliya xwe de dest bi hunerê kiriye û ev klîpa min a sêyem e. Niha ev pênc sal in ez li Almanyayê dijîm û beriya wê jî ez demekê li Tirkiyeyê mabûm."
Hunermend Baran Ehmed di dawiyê de hêviya xwe anî ziman ku ev klîp bi rêya kanala Kurdistan24ê bigihîje hemû evîndarên muzîka Kurdî.
