Erdogan: Em pêvajoyeke hestiyar birêve dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneyê diyar kir, ew pêvajoyeke hestiyar birêve dibin û "kembera biratiyê" ya ku dê li herêmê were avakirin, dê hemû hesabên qirêj serûbin bike.
Erdogan di axaftina xwe de got: "Di têkoşîna li dijî her cureyê terorê de me serkeftinên dîrokî bidest xistin. Niha ji bo ku em vê têkoşînê tacîdar bikin, em pêvajoyeke hestiyar birêve dibin."
Erdogan armanca "Tirkiyeya Bêteror" wiha pênase kir: "Em di nava hewldaneke samîmî de ne da ku yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya geşbûna me ya aborî, aramî û biratiya me ji holê rakin."
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir, herêm êdî ji xwîn, pevçûn û tundiyê têr bûye û got: "Tiştê ku em ji bo 86 milyon welatiyên xwe dixwazin, em heman qenciyê ji bo hemû birayên xwe yên li derveyî sînorên xwe jî hêvî dikin."
Erdogan tekez kir ku "kembera biratiyê" dê deriyê serdemeke nû veke ku dê lîstikên sed salan xira bike û got: "Kurd, Ereb û Tirkmen, sibe Xwedê neke serê yekî ji me bikeve tengasiyê, em ê dîsa li deriyê hev bixin, ne yê hineke din."
