Trump: Me şiyanên serbazî yên Îranê bi temamî jinav birine
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, hejmarek welatên cîhanê ji bo rêgirtina li gefên Îranê, keştiyên xwe yên şer dişînin Tengava Hurmizê. Trump herwiha tekez kir, wan şiyanên serbazî yên Îranê bi temamî jinav birine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 14ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî (Truth Social) nivîsand, welatên ku ji ber hewildanên Îranê yên girtina Tengava Hurmizê zirar dîtine, bi hevkariya Washingtonê keştiyên şer dişînin navçeyê. Armanca vê yekê ew e ku tengav vekirî û parastî bimîne.
Serokê Amerîkayê got: "Me şiyanên serbazî yên Îranê ji sedî 100 jinav birine. Lê belê ji bo wan hêsan e ku tevî têkçûna xwe jî, dronekê yan mûşekeke kurtmewda arasteyî vê rêrewa avî bikin."
Trump bang li civaka navneteweyî kir ku bi awayekî çalak beşdar bibin û got: "Em hêvî dikin welatên wekî Çîn, Fransa, Japon, Koreya Başûr, Brîtanya û welatên din ên ku ji ber van sînorên çêkirî zirarê dibînin, keştiyên xwe bişînin navçeyê. Divê Tengava Hurmizê êdî nebe armanca gefên neteweyekê ku pişta wê bi temamî hatiye şikandin."
Di peyama xwe de Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da Tehranê û ragihand: "Di heman demê de, Amerîka dê bombebaraneke pir giran û wêranker li ser kenarên Îranê bike û dê binavkirina keştî û belemên Îranî bidomîne."
Donald Trump tekezî li ser armanca stratejîk a welatê xwe kir û got: "Bi her awayî be, em ê di demeke nêz de Tengava Hurmizê bikin rêreweke vekirî, parastî û azad."
Berê jî Trump çendîn caran gef xwaribû ku heger Îran tengavê bigre, ew ê wî welatî bi giranî bombebaran bike. Îranê jî wekî bersiv, her keştiyeke ku bêyî destûra wê di tengavê re derbas bibe, dikir armanc.