Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) îro di roja jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî de, bi awayekî fermî ofîsa xwe li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê vekir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro 14ê Adarê li bajarê Qamişloyê, bi amadebûna hejmarek kesayet û nûnerên saziyan, wekî rêzgirtinek ji bo xebat û keda Mela Mistefa Barzanî, ofîsa xwe ya nû ji bo xizmetkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir.
Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê Rewac Hacî di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Em îro li Qamişloyê bi awayekî fermî ofîsa xwe vedikin, da ku xizmeta mirovahiyê bigihînin her derê. Em di bin siya gotina nemir Barzanî de ku dibêje 'Şanaziya mirov ew e ku xizmetkarê miletê xwe be' vî karî dikin û em bi xizmetkirina miletê xwe serbilind in."
Bîlançoya alîkariyan: 460 barhilgir di 50 rojan de
Rewac Hacî diyar kir, di nava 50 rojên borî de, zêdetirî 460 barhilgirên tije alîkarî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine. Herwiha got: "Ev alîkarî bi hewildana zêdetirî 200 karmend û nêzîkî 1000 xwebexş û hevalên me hatine belavkirin."
Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihîştine gelek bajar û navçeyên cuda, di nav de Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û gundewarên wan. Ev alîkarî bi ser koçber, malbatên hejar û kesên ku ji ber krîza heyî ziyan dîtine de hatine dabeşkirin.