Çîn li Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide projeyên jîngehparêzî û wizeya paqij

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Konsulê Çînê li Herêma Kurdistanê ragihand, welatê wî girîngiyeke mezin dide kerta çandiniyê û rûbirûbûna guherîna keşûhewayê. Zheng Yu diyar kir jî, ew dixwazin hevahengiya xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di warê "wizeya kesk" de bipêş bixin.

Cîgirê Konsulê Çînê Liu Zheng Yu îro 2ê Berçile di çarçoveya vekirina parkeke nû de, di civîneke rojnamevanî de axivî û hûrgiliyên hevkariya xwe bi Herêma Kurdistanê re eşkere kirin.

Liu Zheng Yu da zanîn, wan bi erênî bersiva daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye û got: "Em dixwazin bi rêya dirustkirina vê parkê pêngavan ber bi wizeya kesk û paqij ve biavêjin."

Cîgirê Konsul bal kişand ser wê yekê ku li Pekînê projeyên wan ên wekhev hene û ew dixwazin ezmûna xwe veguhezînin Herêma Kurdistanê da ku sûdê bigihînin xelkê herêmê.

Hat ragihandin ku Konsulxaneya Giştî ya Çînê û Odeya Bazirganiya Çînê rola sereke di cîbicîkirina vê projeyê de lîstine.

Zheng Yu li ser parkê wiha axivî: "Ev park herçend biçûk be jî, parkeke ciwan e û dê bibe destpêkek ji bo veberhênana zêdetir di warê wizeya paqij de. Ev wize dostê jîngehê ye û ziyanê nagihîne wê, ku ev yek jî prensîb û nirxên me nîşan dide."

 
Fly Erbil Advertisment