Şandeya DEM Partiy ji bo hevdîtina bi Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, îro ber bi Girtîgeha Îmraliyê ve bi rê ket.
Li gorî zanyariyan, di nav şandeyê de Serokwekîla Meclîsê û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol cih digirin.
Ev serdan, piştî civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê yekem serdan e ku ji bo Îmraliyê tê kirin.
Tê payîn ku şande piştî hevdîtinê, derbarê rewşa Abdullah Ocalan û peyamên wî de daxuyaniyekê bide.
