Gera Yekê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Bêrmînghamê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Gera Yekê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Bêrmînghamê tê lidarxistin. Wê festîvalê heta niha nêzîkî 350 fîlmên Kurdî ji hemî parên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dîtine û biryar e ku, di Şibata 2026ê de dest bi karên xwe bike û dê hest xelatan li ser serkeftiyan parve bike.
Endamê Komîteya Hilbijartina Fîlman Ednan Osman ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ligel Festîvala Fîlmên Kurdî ya Bêrmînghamê, ligel çend hunermendên hêja, em di Komîteya Hilbijartina Fîlman de ne. Karên me ber bi temambûnê ve diçin û heta niha me nêzîkî 350 fîlmên Kurdî li hemî parên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dîtine.”
Ednan Osman amaje jî da: "Tevlîbûna di van festîvalan de ji bo min ezmûneka girîng û gelek xweş e ji ber ku em ne tenê fîlmên ku tên nîşandan dibînin, belkî em hemî berhemên ku hatine şandin dibînin.”
Navbirî herwesa got: "Em fîltera dawiyê ne berî ku gulbijêra fîlman bigihîje ber çavên temaşevanan. Dîtina fîlmên nehatine nîşandan hestekê xweşik û kêmpeyda ye ku qet bi hêsanî nayê bidestxistin."
Endamê Komîteya Hilbijartina Fîlman eşkere jî kir: "Di Festîvala Kobaniyê de, ku ez serokê komîteya hemî kurtefîlman bûm, dîtina bi sedan fîlmên biyanî, Erebî, Tirkî û Kurdî demeka xweş û derseke mezin bû.”
Ednan Osman ron jî kir: "Bingeha xebata me ew e ku em bi awayekê bi temamî akademîk bixebitin û tu fîlm mafên xwe di komîteyên me de winda nakin, lê rastiyek heye ku carinan asta pêşbaziyê ewqas xurt e ku tenê fîlmên pir baş dikarin bigihîjin qonaxa dawiyê. Carinan jî, heke fîlmên ast bilind di parekê de hebin, derfetê ji fîlmên navînî re jî tê dayîn.”
Navbirî di derheqa pêşveçûna wê festîvalê de jî got: "Tiştê ku min di Festîvala Bêrmînghamê de pir kêfxweş dike ew canê fedakarî û dilsozî ye ya ku komeka sînemakarên xwedî ezmûn heye. Dema ku em bi şev û roj mîna derwêşan dixebitin tenê ji bo ku festîvala me çêtir xuya bike, û di dû re em pêzanînên rojnamevan û temaşevanan werdigirin, em rehetiyeka bêhempa hîs dikin.”
Endamê Komîteya Hilbijartina Fîlman herwesa got: "Baş e ku, birêvebir û serokên festîvalên kurdî xwedî asteka bilind a têgihîştinê ne û qet zext li me nekirine ku em fîlmekî pêş bixin an jî neheqiyê li fîlmekê din bikin. Bi taybetî li Festîvala Bêrmînghamê, em bi sîstemeka pir pêşketî dixebitin ku ji aliyê hunermend Daro Ezîz û Setar Çemenîgul ve tê çavdêrîkirin û piştî nirxandinê yekser encama dawiyê dide me.”
Ednan Osman di dawiya axaftina xwe de jî got: “Ez kêfxweş im ku fîlm û festîvalên kurdî pêşveçûneka girîng dibînin û roj bi roj zêdetir geş dibin."
Gera Yekê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Bêrmînghamê hemî xebatên xwe temam kirine û 350 fîlm dîtine û li ser hilbijartina fîlman nîqaşên cidî kirine û paştir biryar dê li ser fîlman bê dayîn.
