Li Zaxoyê yekem Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan vekirî ye

Zaxo (K24) – Li bajarê Zaxoyê yekem "Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan" bi beşdariya gelek weşanxane û navendên çapemeniyê vekirî ye. Fêstîvala ku di bin dirûşma "Zaxo Dixwîne" de tê lidarxistin, armanc dike ku çanda xwendinê li herêmê geş bike.

Mirovê temenmezin Mam Ehmed ê heftê salî, ku pirtûkeke helbestan di destê wî de ye, dibêje ku tevî temenê xwe û porê xwe yê spî, hêj jî xwendina pirtûkan ji bo wî cihê şewq û kêfxweşiyê ye. Mam Ehmed diyar kir ku her dema pêşangehek tê vekirin, ew yekser berê xwe dide wir.

Li gorî zanyariyan, zêdetirî 50 dezgeh û navendên çapemeniyê beşdarî pêşangehê bûne û nêzîkî 20 hezar navnîşanên cuda yên pirtûkan hatine pêşkêşkirin. Welatiyê bi navê Ne'met Meho, ku serdana pêşangehê kiriye, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ev pêşangeh gelek baş e, derfetek e ku em pirtûkan bibînin û bixwînin, ji ber ku ev pêşangeheke navdewletî ye."

Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Mihemed di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ev pêşangeh nîşana giringîdana hemû texên civakê û rêveberiya bajêr e bo mijarên çandî û rewşenbîrî. Herwiha got: "Em dixwazin ev bibe pirek di navbera xwendevan û nivîskaran de û em ê di salên pêş de li gorî pêwîstiyan beşan lê zêde bikin."

Mamosteyê Zanîngehê Emîd Selam jî destnîşan kir, hebûna holeke sîmînarê di nav pêşangehê de gaveke erênî ye. Herwiha got: "Ev derfetek e ku nivîskarên zîrek behsa berhemên xwe bikin û xwe bidin naskirin."

Pêşangeha Zaxoyê di heman demê de bûye cihê kombûna weşanxaneyên ji 10 welatên cuda yên cîhanê. Welatî Hêrwan Salih diyar kir ku ev yek dihêle ew pirtûk û weşanxaneyên ku berê nedidîtin, niha bi hêsanî bibînin û bi nivîskaran re biaxivin.

Pêşangeh dê şeş rojan berdewam bike û tê çaverêkirin ku pêşwaziyeke germ ji aliyê xwendevanên Zaxoyê û herêmê ve lê were kirin.

 
Fly Erbil Advertisment