Şelal Gedo: Şam qada sereke ye, divê Kurd li wir bin û mafê xwe bixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Navedasta Kurdistanê, wekî yekem partiya Kurdî ya Sûriyeyê, civîna Polîtburoya xwe li Şamê lidar xist. Sekreterê Giştî yê partiyê Şelal Gedo ragihand, ev pêngaveke dîrokî ye di xebata siyasî ya Kurdan de.

Serokê Partiya Navedasta Kurdistanê Şelal Gedo ji Kurdistan24ê re diyar kir, ev yekem car e ji sala 1957an û vir ve ku partiyeke Kurdî bi eşkereyî civîna xwe ya bilind li Şamê pêk tîne. Heta niha xebata Kurdî her dem nepenî û bi dizî bû. Lê îro me karîbû civîna xwe bi mêvandariya dewleta Sûriyeyê li dar bixin û hemû kenalên ragihandinê jî li wir amade bûn."

Gedo eşkere kir ku biryar e şanda partiya wan ligel berpirsên hikûmeta Sûriyeyê jî bicivin. Herwiha tekez kir jî, ev civîn taybet in bi partiya wan û ne li dijî karê hevbeş ê Kurdî ne.

Sekreterê Partiya Navedasta Kurdistanê bal kişand ser giringiya Şamê wekî navendeke siyasî û got: "Şam paytexta welatê me ye û qada sereke ya lîstikê ye. Îro Amerîka, Rûsya, Çîn, welatên Ereb û Tirkiye hemû berê xwe didin Şamê. Em jî wekî Kurd divê li wir bin û daxwaza mafê xwe bikin."

Gedo herwiha bang li aliyên din ên Kurdî kir ku hebûna xwe li Şamê xurt bikin û got: "Pêwîst e Kurd li Sûriyeyê bimînin û hebûna wan li Şamê dûr û dirêj be."

 

 

Fly Erbil Advertisment