Li Soranê goreke bikom a 'Serdema Hesin' hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, cotkarekî di dema cotkirina zeviya xwe de rastî goreke bikom a dîrokî hat. Li gorî lêkolînên destpêkê yên şûnwarnasan, dîroka vê gorê vedigere Serdema Hesin û wekî keşfeke bêhempa tê dîtin.

Bûyer li sînorê navçeya Sîdekanê pêk hat. Cotkarê bi navê Celal Uzêr dema zeviya xwe cot dikir, gîsina (hesinê) traktora wî li kevirekî asê ket û di encamê de çaleke mîna bîrekê derket holê. Piştî ku cotkar ferq kir ku kevir bi awayekî rêkûpêk li ser hev hatine danîn, yekser hêzên ewlehiyê û Rêveberiya Şûnwarên Soranê agahdar kirin.

Di encama pişkinînên destpêkê yên tîmên şûnwarnasiyê de, di nav gorê de 11 hestîpeykerên mirovan, hestîpeykerekî hespê û du kûzên axîn hatin dîtin.

Rêveberê Şûnwarên Soranê Dr. Ebdulwehab Silêman derbarê dîtinê de ragihand, li gorî forma wan kûzên hatine dîtin, dîroka gorê vedigere salên 500 heta 700 beriya zayînê, wate nêzîkî 2500 sal berê.

Dr. Ebdulwehab destnîşan kir, di wê serdemê de baweriya bi jiyana piştî mirinê hebû, lewma xwarin, av û heta bêhnên xweş jî di nav kûzan de bi miriyan re binax dikirin daku pêşkêşî wan bikin.

Rayedaran diyar kirin ku mixabin berî gihîştina tîmên pispor, destkarî li gorê hatiye kirin. Rêveberê Şûnwarên Soranê got: "Ev pirsgirêkeke berdewam a şûnwarnasan e. Eger gor nehatiba têkdan, me dikaribû bi rêya arasteya rûyê miriyan û şêwaza veşartinê, zanyariyên zêdetir derbarê baweriyên wan de bi dest bixistana, lê niha hinek nepenî winda bûn."

Tê payîn ku di dema pêş de tîmeke hevbeş a pisporên navxweyî û biyanî dest bi lêkolînên hûrgilî li ser vê deverê bikin, ji ber ku ev dîtin wekî keşfeke nû tê hesibandin û dibe ku bersiva gelek pirsên nediyar ên dîrokî bide.

 

 
Fly Erbil Advertisment