Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Serdemeka nimûneyî di têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê heye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronkirinek li ser serdana Serok Barzanî ji bo Cizîrê belav kir.

Ronkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Serdana dîrokî ya Serok Barzanî ji bo parêzgeha Şirnexê û devera Cizîrê, tevlîbûna wî di Sempozyûma Melayê Cizîrî de, diyarkirina piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê û pêşwaziya germ a ku ji aliyê dezgehên fermî yên hikûmetê û xelkî ve li cenabê wî hat kirin cihê spasî û rêzê ne.

Lê paştir şîroveyên cuda cuda, nexwestî û dûrî meremê derketin holê, ku bûn sedema dilgiraniyê.

Ya girîng ew e ku serdemeka nimûneyî di têkiliyên navbera Komara Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de heye.

Pêvajoya aştiyê jî pêngaveka durist e di çareserkirina mijareka girîng û hestyar de û em destxsweşiyê li hikûmeta Tirkiyeyê, partiyên desthilatdar û her aliyekî dikin, ku roleka bibandor di pêşvebirina aştî û aramiyê de li Tirkiyeyê û deverê lîstiye.

Em pêdivî dibînin ku em hemî bi hev re bixebitin da ku nîgeraniyan ji holê rakin û tekezê li ser xurtkirina têkiliyan, bidestxistina aştiyê, parastina berjewendiyên xwe yên hevpar û aramiya deverê bikin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

4/12/2025

 
Fly Erbil Advertisment