Dergehekî nû û modern li Hewlêrê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hewlêrê, li nêzîkî Monumenta Kesnezanê, dergehekî nû yê modern û balkêş tê avakirin. Ev proje di çarçoveya rêya du-sayd a Hewlêr-Koyeyê de cih digire û armanc ew e ku hatûçûn bê rawestan (non-stop) bidome.

Rêveberê Projeyê Endezyar Keyfî Faris ji K24ê re ragihand, ev dergeh sê rêyên sereke (Du-sayda Hewlêrê, Du-sayda Koyeyê û Du-sayda Gomespanê) bi hev ve girê dide. Di dîzayna projeyê de ti rawestgehek nîne, da ku şofêr tûşî qerebalixî û bûyerên hatûçûnê nebin.

Hat ragihandin, heta niha ji sedî 35ê karên projeya du-sayda Hewlêr-Koyeyê temam bûye. Ji ber cografyaya herêmê, bi dehan avbend (konder) tê de tên çêkirin. Her wiha 5 kîlometre ji her du aliyên rêyê hatine qîrkirin û amadekarî ji bo qîrkirina beşên din jî tê kirin.

Wezîrê Cîgir ê Avadankirin û Niştecîkirinê Agrîn Ebdullah diyar kir ku ev rê yek ji şademarên stratejîk ên Kurdistanê ye.

Agrîn Ebdullah got: "Qonaxa yekem tenê 37 kîlometre bû û nedigihişt nava Koyeyê. Lê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 8 kîlometreyên din lê hatin zêdekirin daku bigihêje nava navçeya Koyeyê."

Ji bo vê dirêjkirinê, Serokwezîr 117 milyar dînarên din ji bo projeyê terxan kirin. Rêya nû dê bigihêje cadeya 60 metrî ya Koyeyê û ji wir ve jî bi rêya sereke ya Silêmaniyê ve were girêdan.

Li nêzîkî gundê Kanî Derbend jî pirek bi dirêjahiya 220 metreyan tê avakirin.

 
Fly Erbil Advertisment