Amadekarî bo lidarxistina Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Amadekarî ji bo Gera 12ê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê tên kirin, ku biryar e li roja 9ê vê mehê bê destpêkirin û heşt rojan bidome.
Di gera îsal de, ji 800 fîlmên ku hatine pêşkêşkirin, komîteya wergirtina fîlman 110 fîlm ji bo tevlîbûnê hilbijartine. Ji vê hejmarê jî 45 fîlm berhemên navxweyî û Kurdî ne û 65 fîlm jî berhemên biyanî ne, ku ji 37 welatên cuda ne.
Endamê Komîteya Wergirtina Fîlman Adil Ebdirehman ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew 45 fîlmên Kurdî li gorî fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlman hatine vavartin, ku hin ji wan dê ji bo pêşbirkê û hin jî tenê dê ji bo nîşandanê bin.”
Adil Ebdirehman amaje jî da ku, pîverê qebûlkirina fîlmên Kurdî girêdayî zimanê fîlm, cihê kişandinê, nasnameya derhêner an jî naveroka çîrokê ye, ku girêdayî Kurdan be.
Mijara sereke ya vê festîvalê ji bo îsal "Hişkesalî û Guhertinên Keşûhewayê" ye. Hesen Arif ji ragihandina wê festîvalê ragihand ku, ev mijar hatiye hilbijartin ji ber ku bûye diyardeyeka cîhanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî girîngiyeka mezin dide wê.
Îsal welatê Spanyayê dê wekî welatê mêvan bi 13 fîlman tevlî vê festîvalê bibe. Zêdetirî 100 ciwanên xwebexş di birêvebirina karûbaran de pişkdar in û sê cihên sereke li navenda bajarê Dihokê ji bo nîşandana fîlman û lidarxistina panelan hatine destnîşankirin.
Rêxistinkerên vê festîvalê jî di danûstandinan de ne ku, stêrkeka sînemayî (Erebî, Tirkî an Farisî) vexwînin, lê hîn biryara dawiyê di wî warî de nehatiye dayîn.