Îranê hinardekirina hemû berhemên xurek û çandiniyê qedexe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Îranê ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî, firotina hemû berhemên xurek û çandiniyê bo derveyî welat heta demeke nediyarkirî rawestand.

Hikûmeta Îranê îro 3ê Adarê biryareke nû derxist ku li gorî wê hinardekirina hemû celebên berhemên xurek û çandiniyê qedexe ye. Hat ragihandin, ev biryar ji bo wê yekê hatiye girtin ku pêdiviyên sereke û bingehîn ên welatiyan di bazarên navxweyî de werin dabînkirin û krîza xurekê çênebe.

Ev gava hikûmeta Îranê di demekê de tê ku ji roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026an ve, şerê giran ê di navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de dest pê kiriye û bi tundî berdewam dike. Ji ber vî şerî, Îran rûbirûyî qeyraneke kûr a aborî bûye; rêjeya enflasyonê gelekî bilind bûye û nirxê pereyê Îranî (Tumen) li hemberî daxistineke dîrokî ye.

Ji ber girtina rêyên bazirganiyê û tengavên deryayî, hikûmet hewl dide bi van rêkarên tund berhemên çandiniyê di hundirê welat de bihêle.